Li Bernê çalakiya 'Em edaletê dixwazin'

Li Bernê çalakiya 'Em edaletê dixwazin'

Li paytexta Swîsre Bernê çalakiya 'Em edaletê dixwazin' li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê, hat lidarxistin.

Tevî ku di ser komkujiya li Parîsê de 7 meh derbas bûne jî hinê kujer nehatine zelalkirin û ev yek bi çalakiyek Meclîsa Jinan a Mizgîn ve hat şermezarkirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku heta komkujî bê ronîkirin ewê çalakiya xwe dewam dikin. 

Jinek ji avahiya Sefaretxaneya Bilind a Fransayê derket, der heqê çalakiyê de agahî girt û diyar kir ku komkujiyê bandorek mezin li wê kiriye û piştgiriyê dide çalakiya jinan. Çalakgeran jî xwestin kujer tavilê bên ronîkirin.