Li Berlînê konferansa 'civaka dayiktiyê'

Di konferansê de pirsa 'jiyaneke din pêkane?" hate kirin û hat destnîşankirin, ku Rojavayê Kurdistanê ku li ser destê jinê sîstema xwe ava kiriye, bersiva vê pirsê dide û nîşan dide ku jiyanek li derveyî sîstema heyî pêkan e.

Li paytexta Elmanya Berlînê, di navbera 29'ê Îlonê û 1'ê Cotmehê de bi navê "Civaka Dayiktiyê" konferansek ji aliyê rêxistina bi navê Gerda Weîler ve hate organîzekirin.

Zêdeyî 60 jinên aktîvîstên femînîst, nivîskar, hunermend, rojnamevan û teorîsyenên Elman beşdarî konferansê bûn. Nivîskara pirtûka "Jiyaneke din" Anja Flach û endamên Navenda Jineolojiyê li Ewropayê Necîbe Qeredaxî û Yvonne Heîne beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de şîroveyên berfireh li ser sîstema baviksalarî û rêbazên avabûn û dewamiya sîstemê hatin kirin.

SÎSTEMA KAPÎTALÎZMÊ BI RÊYA TÊKOŞÎNA JINÊ DIKARE BÊ TÊK BIRIN

Li ser "Lêgerîna li heqîqetê", mijareke balkêş hat pêşkêşkirin. Sîstema kapîtalîzmê weke labîrantê hate nîşandan, ku mirov di nava xwe de difetisîne û ji hêzê dixîne. Ji bo şikandina vê sîstemê divê jin bi rista xwe rabin, ji ber ku sîstem li ser pişta jinê hebûna xwe didomîne.

Di konferansê de 9 pêwîstiyên sereke yên civakê û mirovan; "Ewlekarî, xwarin, tenduristî, hezkirin, xweserî, afirandin, hevsengiya hest, teşwîqkirina ruhî, hest" hatin destnîşankirin. Ha ragihandin ku ev pêwîstî bi hev ve girêdayî ne, lê sîstema kapîtalîzmê ji hev qut dike, ji bo qezenca xwe zêdetir bike.

ÇARESERÎ BI RÊXISTINÎ Û KOLEKTÎVÎZMÊ DIBE

Li ser rêbaza çareseriyê jî hate gotin, ku divê jin fîşa sîstema kapîtalîzmê bikişîne û hat destnîşankirin, ku ev yek jî bi rêxistinî û kolektîvîzmê dibe, ji ber ku sîstem bi kûrkirina rêbaza takekesî, civakê parçe dike û bi vî rengî bi rê ve dibe.

Nivîskar, femînîst û komunîst Prof. Fîrgga Haûg li ser rewşa heyî ya sîstema baviksalariyê û rêbazên jiholêrakirina wê de axivî. Haûg got, "Ji bo jiholêrakirina sîstema baviksalariyê, têkoşîn, piştgirî û rêxistinbûna jinan divê."

Haûg her wiha got, "Divê timî jin xwe qûrbanî nebînin, jin xwe rexne bikin û sîstemeke alternatîf ava bikin."

MEZOPOTAMYA JORÎN DESTPÊKA CIVAK Û ÇANDA DAYIKTIYÊ YE

Di roja duyemîn a konferansê de bi giranî li ser şoreşa Kurdistanê û dîtinên nû yên Tevgera Azadiyê nîqaş hatin kirin.

Anja Flach li ser şoreşa Rojava, sîstema konfederalîzma demokratîk û rêxistiniya xweser a jinan li hemû qadan, agahiyên berfireh da.

Flach got "Herêma Mezopotamya Jorîn, destpêka civak û çanda dayiktiyê ye. Gelek cihên xwe yên dîrokî hene, ku hîn şopên vê çandê lê hene."

Di dewama konferansê de endamên Navenda Jineolojiyê li Ewropayê Necîbe Qeredaxî û Yvonne Heîne, li ser gundê Jinwar û avakirina jiyaneke alternatîf axivîn.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI SER DESTÊ JINÊ, JIYANEKE LI DERVEYÎ SÎSTEMA HEYÎ PÊKAN E

Necîbe Qeredaxî li ser pêvajoya avabûna gundê Jinwar bi perspektîfa Jineolojiyê agahî da û got, "Di vê konferansê de pirsa girîng ew bû, ku gelo jiyaneke din pêkan e yan na. Em dibêjin, belê li Rojavayê Kurdistanê li ser destê jinê jiyaneke li derveyî sîstema heyî pêkan e." Qeredaxî bang li jinan kir ku hem piştevaniya avabûna gund bikin, hem jî felsefeya pişt avabûna gund fêr bibim.

Di konferansê de 4 komên kar hatin organîzekirin û di van hemû koman de Şoreşa Rojava, rola jinê ya di şoreşê de û modela xweseriyê mijara sereke bûn.

Yvonne Heîne li ser modela Rojava axivî û got, "Her qadek ji civakê qut bibe dikeve xizmeta kapîtalîzmê. Ji ber vê yekê, divê ev qat li gorî pêwîstiyên civakê werin birêxistinkirin."

Di dawiya konferansê de jinan piştgiriya xwe ya madî û manewî ji bo Şoreşa Rojava nîşan dan.