Li Berlîn, Den Haag û Londrayê çalakiyên ‘Edaletê’

Jinên Kurd û dostên wan yên li Ewropa dijîn ji bo şermezarkirina 5’emîn salvegera Qetlîama Parîsê li qadan in.

Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Îngiltere Londrayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê jinên Kurd û dostên wan daketin qadan.

BERLÎN

5’emîn salvegera Qetlîama Parîsê nêz dibe ya ku yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê jinên Kurd û dostên wan çalakî li dar xist.

Di seat 13:00’an de li pêşiya avahiya Sefarextaneya Fransa ya li Brandenbûrger Tor mîtîngek hate lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST-DAN ve hatibû organîzekirin, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di mîtîngê de pankartên ‘Em hemû Sara, Rojbîn û Ronahî ne’ û ‘Em hemû Charlîe Hebdo ne’ hate vekirin. Di axaftinên hatî kirin de jî hate gotin ku ‘Hin kes û dewlet dixwazin li ser qetlîamê bigrin, em ê ti caran destûra vê nedin’.

Di mîtîngê de belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûna meşa 6’ê Çile ya li Parîsê hate kirin.

DEN HAAG

Bi wesîleya salvegera 5’emîn a qetlîama Parîsê îro li Hollandayê li bajarê Den Haagê saet di 14.30’an de çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanan çelengeke reş danîn pêşiya konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Den Haagê. Li ser çelengê bi Hollendî ‘Em edaletê dixwazin, Sakîne Fîdan Leyla 09.01.2013’ hatibû nivîsandin.

LONDRA

Li paytexa Îngiltere Londrayê li ser banga Meclîsa Jinan a Roj li pêşiya Konsolosxaneya Fransa mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de dirûşmeyên ‘Em edaletê dixwazin’, ‘Fransa ev şerma te ye’ , ‘Bêdengî hevkariya qetlîamê ye’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Sara Rojbîn Ronahî’ bi zimanê Îngilizî û Kurdî hatin qîrkirin.

Çalakî tevî ku rewşa hewaya sar jî seatekê dom kir û kesên li derdorê hatin agahdarkirin.

Çalakî bi banga tevlîbûna meşa 6’ê Çile ya li Parîsê bi dawî bû.