Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan zêde bû

Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan zêde bû

Li Herêma Federal a Kurdistanê li gorî sala 2012’an qetilkirina jinan zêde bû. Hat ragihandin ku tenê di 5 mehên destpêkê yên 2013’an de herî kêm 23 jin ji aliyê  zilaman ve hatine qetilkirin. 

Li gor rojnameya Rûdaw li gor daneyên ji aliyê Saziya Parastina Şîddeta li Hemberî  Jinê qetilkirina jinan zêde bûye.  

Di pênc mehên destpêkê yên 2013’an de hejmara jinên hatine qetilkirin ku gihiştine 23’yan, di tevahiya sala 2010’an de 49, di 2011’an de 43 û di 2012’an de jî 46 jin hatibûn qetilkirin.

Li gor Rûdawê  di meha Hezîranê de herî kêm 5 jin hatin qetilkirin. Li  Dihokê jinek û dayika wê ku aliyê hevserê wê ve hat qetilkirin ji  Hewlêr agahiya qetilkirina 3 jinan hat. Yek hat fetisandin, jineke ciwan ji bo zewac red kir ji aliyê zilamekî ve hat qetilkirin, jineke din a ciwan jî di nav avê de bê nefes hat hiştin û paşê serê wê bi keviran hat parçekirin.

EV ÇAWA NAMERDIYE KU JINÊ DIKUJIN Û DIAVÊJIN BER SEGAN?

Rêveberê Saziya Parastina Şîddeta li Hemberî Jinê  Kurdo Omer, nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina jinan da û got, “Ev çawa namerdiye  ku destpêkê jinê dikujin û paşê diavêjin ber segan an jî cenazeyê wê ji aliyê gel ve tê dîtin. Ez nizanim bê merdiya vî karî di ku derê de ye.”