Li Başûrê Kurdistanê di salekê de bi dehan jin hatin kuştin

Li Başûrê Kurdistanê di nava sala 2019’an de bi dehan jinan întixar kirin yan jî hatin qetil kirin.

Li Başûrê Kurdistanê li gorî Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê di nava 9 mehan de herî kêm 35 jin hatin kuştin, 57’an jî întixar kirin û 207 jinan yan şewitin yan jî xwe şewitandin. Bîlançoya hemû salê digre nava xwe hê nehate bidestxistin.

Lê nûçeya kuştina dawî ya jinan li Hewlêrê hat. Roja 28’ê Kanûnê li gorî nûçeya di çapemeniya xwecihî de li bajarokê Rizgarî yê navçeya Xebat a Hewlêrê zilamekê hevjîna xwe bi çekê qetil kir. Kujer hate destgîrkirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpê kirin.

Bi taybet meha Gulanê ji bo jinan meheke trajîk bû. Di nava 10 rojên vê mehê li Dihok, Hewlêr, Raperin, Şengal, Diyale û Kerkûkê 4 keçên temenê wan bin 16 salî re bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anîn.

Ji ber tundiya li jinê bi dehan jinan serî li navendên îlticayê (Stirîn) dan. Li gorî daneyên Miduryeta Giştî ya Karên Civakî ya li Silêmaniyê di nava 11 mehan de 191 jin bi 45 zarok re îlticaî Mala Îltica ya Jinan a li Silêmaniyê bûn. Hate ragihandin ku ji van jinan pirsgirêka 166 hate çareserkirin û 25 jin hê li mala îlticayê ne.