Li Başûrê Kurdistanê 89 jin hatin şewitandin an jî xwe kuştin!

Li Başûrê Kurdistanê di 5 mehên pêşî yên 2019'an de 89 jin hatin şewitandin an jî xwe kuştin.

Li gorî daneyên ku Rêveberiya Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinê ya Herêma Kurdistanê di 5 mehên pêşî yên 2019'an de 89 jinan an xwe şewitandin an jî bi şewitandinê hatine kuştin.

Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê got jin bi rengekî guman li ser heye, bi şewîtînê jiyana xwe ji dest dane.

Li Silêmanî 33, li Hewlêrê 24, li Dihokê 19, il Germiyanê 1, li Raperînê 8, li Soranê 4 jin bi rengekî ku guman li ser heye, an şewitîne û an jî hatine şewitandin û wiha jiyana xwe ji dest dane. Di pênc mehên pêşî yên 2018'an de, ev hijmar 67 bû.

Di 5 mehên pêşî yên 2019'an de 18 jin hatin kuştin, 25 jinan xwe kuştin, 49 jinan xwe şewitandin, êrîşa zayendî çû ser 43 jinan.

'BILA LI ME BIGERIN'

Berpirsa  Çapemeniyê ya Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê Rewend Sabir got, ''Piştî ku xeta gilih a bi nimroya 119 hate vekirin, jinan gilî û gazinên xwe zêdetir vegotin. Jin ji bo ku bi rêyên yasayî li heqên xwe bigerin bila li me bigerin, gilî û gazinên xwe ji me re vebêjin.''