Li Başûrê Kurdistanê ji bo 25’ê Mijdarê jin li qadan bûn-NÛ BÛ
Bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê jin ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan û çalakî kirin.
Bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê jin ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan û çalakî kirin.
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî şîdeta li Jinan li seranserî Başûrê Kurdistanê çalakî pêk hatin.
SILÊMANÎ
Di saetên êvarê de li Baxê Giştî yê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê ve di çarçoveya kampanya ‘Yekrêziya Jinan a li dijî şidet û dagirkeriyê’ de bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek jin amadebûn.
HEWLÊR
Çalakvanên jin ên Hewlêrê ji bo 25’ê Mijdardarê li Qelaya Hewlêrê çalakiyek lidarxistin. Jinan daxwaza bidawîkirina şidetê kirin. Rêxistina bi navê ‘Ême’ li ber Qelaya Hewlêrê çalakiyek li dijî şideta li ser jinê lidarxist. Di çalakiyê de bang li jinan hate kirin ku tev bi hev re li dijî şidetê yekgirtina xwe avakin. Her wiha daxwaz ji Hikûmetê hate kirin hewildanên ji bo bidawîkirina şidetê zêdetir bike.
HELEBCE
Li Helebce bi navê ‘Cîhanê pirteqalî bikin’ li Baxê Giştî çalakiyek pêk hat û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku îsal jî şîdeta li hemberî jinan zêde bûye û bi taybet di rewşa karantînayê de weke çawa li hemû cîhanê şîdet zêde bûye, li Herêma Kurdistanê bi vî awayî beşek zêde ya jinan bûne qurbanî. Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku rojane nûçeyên şîdetê tên weşandin û bi sedan jî tên veşartin.
KELAR
Li Hola Hunerî ya Kelarê ya Germiyanê merasîmek ji aliyê Rêxistina Girîng ve pêk hat. Di merasîmê de Berpirsa Rêxistina Girîng Heyva Mecîd, Berpirsê Malbenda 11 ya YNK’ê ya Germiyan Pola Talebanî û Berdevka Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Jinan Firyad Hîdayet axvîn û qala rewşa jinan û rola jinan kirin. Piştre kurtefilmek li ser şîdet û kuştina jinan pêşandan. Herwiha ji aliyê Awaz Necim û Şino Mihemed ve çend parçe helbest hatin xwendin. Di dawiyê de Koma Muzikê ya ser bi Rêxistina Girîng, hunermend Şîlan Omer berhemên xwe pêşkêş kirin.
ÇEMÇEMAL
Li navçeya Çemçemal jî jin çûn serdana gora herdu xwişkên hatin kuştin û destgul danîn li ser gorê. Di hat payîn ku qaymeqamê Çemçemal Remezan Remek derbarê dosya herdu xwişkan agahiyan bide, lê ti daxuyanî neda. Ev herdu xwişkên di temenê 17 û 19 salî de di 9’ê Îlona îsal de li gundekî Çemçemalan şivanekê cenazeyên wan dît.
KOYE
Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê jî jinan li dijî şîdeta li ser jinan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û xwestin ku yasa serwer be û kesên li hemberî jinan şîdetê dikin werin cezakirin.
ŞENGAL
Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, jinên Êzidî li Şengalê meşek girseyî lidarxistin.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hat rêxistinkirin, ji ber Meclîsa Gel heta ser rêya sereke ya Sinûnê berdewam kir. Di meşê de alên YŞJ’ê TAJÊ’ê , wêneyên şehîdên fermanê û jinên bune qurbanî bilind kirin. Her wiha bi berdewam dirûşmeyên “jin jiyan azadî, Jin jiyane jiyanê nekujin” hatin gotin.
Piştî meş gehişt ser rêya sereke ya nahiya Sinunê, li vir daxuyaniyek li ser Navê TAJÊ’ê ji aliyê Siham Dexîl ve hat xwendin.
MEXMÛR
Bi boneya 25’ê Mijdarê RojaTêkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Jinan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) meşek bi heybet çêbû.
Meşa piştî kombûna gel a li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê saet 15:00’an destpê kir heta li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Mexmûr dom kir.
Di nava meşê de bi berdewamî diruşmeyên ‘jin, jiyan, azadî’, ‘ji kuştina jinan re na, ji şîdeta li ser jinan re na, ji dîktatortiyê re na’ û ‘Jin, Jiyane, Ne kuje’ hatin berzkirin. Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li ser navê saziyên jinan daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de ev tişt hate gotin: "Di vê sedsala ku pergala dîrokî ya zilamsalar ber bi hilweşandinê ve diçe û hewl dide xwe li ser piya bihêle hemû derfetên dewletên xwînmij yên cîhanê xistiye meriyetê û bi hemû hêza xwe erîşî li ser jin û civakên azadîxwaz dike. Lê tişta ku van dewletan nexistiye hesabê an jî nekariye li hemberî wê bisekîne têkoşîn û berxwedaniya jinên azadîxwaz yên cîhanê ye.
Bi saya tekoşîna Rêber Apo û derketina PKK’ê re sedsala 21. bûye sedsala azadiya jinê tola hezaran salan ya jin û civakên bindest hilandiye.”
Îro li Kurdistanê li qadên weke Şengal, Rojava, Başûr, Bakur û Mexmûrê jî li hemberî erîşên dagirkeriyê jin pêşengtiyê dikin, di nav civakan de jî berxwedaniyê ava dikin û bûne hêza herî bi bandor. Divê raya giştî û hemû jinên cîhanê bizanibin ku heta ev hêzên mêtinger û kapîtalîst ji holê neyên rakirin, ne li Kurdîstanê û ne jî li cîhanê ji bo jin û civakan ne pêkane ku jiyanek azad bê avakirin.
Divê em jin ji bîr nekin ku feraseta azadiya jinê ya Rêber APO ji me re hemû derfet avakiriye. Em gelê mexmûr û bi taybet jin û jinên ciwan ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî diyar dikin ku hemberî hemû kirinên zilamsalar di çarçoveya pengava ‘‘Dem Dema Azadiyê ye, Dem Dema Parastina Jin û Civakê ye’’ em ê têkoşîna xwe bilind bikin û pergala zilamsalar hilweşînîn.”
KERKÛK
Bi heman armancê li Kerkûkê jî bi pêşengtiya RJAK'ê jin li hev kom bûn, tundiya li ser jinê û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê şermezar kirin.