Li Baselê întîhara jinê
Li Baselê întîhara jinê
Li Baselê întîhara jinê
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Fatma Kiziltepe Işik li nexweşxaneya lê dima întîhar kir. Fatma Kiziltepe Işik ku ji sala 1990’an ve li bajarê Basel ê Swîsreyê jiyan dike û li navçeya Nazmiye-Dêrsimê ji dayîkbûye, li nexweşxaneya lê dima întîhar kir.
Bûyer roja Pêncşemê li derdora demjimêr 12’an de rû da. Hate hînbûn ku, Kiziltepe Işik li Nexweşxaneya Felix Platter Spital xwe di qada 6’ê de avêt û întîhar kir. Xizmên Kiziltepe Işik dane diyarkirin ku, Işik deprasyonên mezin jiyan dikir û ji ber wê sedemê wana li nexweşxaneyê razandine. Fatma Kiziltepe Işik dê roja Sêşemê li goristana Basel-Hornli’yê were veşartin, yek kur û 3 keçên wê hene.