Li Bakirkoyê daxwaza girtina dayikan kirin
Dayikên di çalakiya li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hatibûn destgîrkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dayikên di çalakiya li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji aliyê polîsan ve hatibûn destgîrkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dayikên girtiyan ên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne roja Pêncşemê dema çalakî dikirin polîsan êrîşî wan kiribû û derbkiribûn.
14 dayik û parêzerke yên di dema êrîşê de hatibûn destgîrkirin, piştî li Edliyeya Çaglayanê îfadeyên wan hatin girtin û şûnde daxwaza girtina wan hate kirin.