Li Bakirkoyê bi hezaran jin dengê xwe ji bo grevên birçîbûnê kiri

Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê bi hezaran jin li  Bakirkoyê hatin cem, peyama, ''Li dijî krîzê, tundiyê, şer hêza me yekîtiya me ye''. Di çalakiyê de çalakgerên grevên birçîbûnê hatin slavkirin.

Bi pêşengiya Platforma Jinan a 8 'ê Adarê ya Stenbolê bi dirûşma ''Em ji bo azadiya xwe li ber xwe didin! Em li dijî krîzê, şer û tundiyê li qadan in' li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîng hat kirin.

Bi hezara jin tevlî mîtîngê bûn. Wekîlên HDP'ê Huda Kaya, Zuleyha  Gulum, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Jinan a HDK'ê, TJA, Partiya Kedê, ESP, Karkarên Flormarê, Hevgirtina Jinan a Kirkyama, Sendîkaya Karêkarên Malê ÎMC'ê û gelek nûnerên rêxistinên jinan hazir bûn.

3 JIN HATIN DESTGÎRKIRIN

Jin li ber Foruma marmayê civiyan û bi dirûşmeyên ''Jin jiyan azadî, bijî hevgirtina jinan, Leyla Guven rûmeta me ye, bijî berxwedana zindanan' meşiyan.

Her wiha dowîzên ''Dengê ji bo Leyla hilde'', 'em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin'', ''daxwaza Leyla daxwaza me ye'' hatin hildan.

Di çalakiyê e namzeta Hevşaredariya Sultanbeylî Ulker Ozatîk û 2 jinên din ku wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hilgirtibûn, hatin destgîrkirin.

AKP DIJMINATIYA XWE YA LI JINAN DIDOMÎNE

Li ser navê Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê Sevgî Ozturk axivî. Ozturk got, ''Em hêza xwe ji yekîtiya xwe distînin û bi vê hişmendiyê em têkoşîna wekhevî û azadiyê didomînin.''

Ozturk bal kişand ser polîtîkayên dijminane yên AKP'ê yên li ser jinan û got, ji saziyên sembol ên dewletê bigire, hemû rêveberên AKP'ê dijminiya li jinan didomînin.

'EM Ê LI HER DEVERÊ BIN Û GOTINA XWE BIBÊJIN'

Ozturk diyar kir ew ê dev ji têkoşîna xwe neqerin û got, ''Em ê qet dev ji vê têkoşîna xwe neqerin ku wê hem qedera me û hem jî qedera bi milyonan diyar bike, di civakê de, di siyasetê de, çi tiştê têkilî mirov hebe, em ê li wir bin û gotina xwe bibêjin.''

'EM HEBÛN, HENE Û EM Ê HEBIN'

Ozturk her wiha got li dijî serweriya mêr ku cîhan li jinê kiriye dojeh, li dijî kapîtalîzmê 8'ê Adarê wê li qadan bin, heta ku daxwazên wan werin qebûlkirin, wê zêdetir bibin, bibin yek, bi hêz bibin û dengê xwe xurt bikin.

Ozturk got, ''Li dijî rejîma yek zilamî, li dijî pergala zilam serwer, li dijî newekheviyê, bi rikdarî, bi lê rawestiyayî em Hebûn, Hene û em ê Hebin''.

Ozturk bal kişande ser rewşa Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnêde ye û got, ''Em vê berxwedana birûmet slav dikin.''

GUVEN:8'Ê ADARÊ WÊ BIBE MIZGÎNIYA ROJÊN XWEŞTIR

Di mîtîngê de peyama Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya  Colemergê Leyla Guven ya ji bo 8'ê Adarê hate guhdarîkirin.
 
Piştî axaftinên hatin kirin, peyama bi deng a 8’ê Adarê ya Leyla Guven şandibû hat guhdar kirin. Guven wiha banga li jinan kir: “Merheba jinên xoşewîst. Berî her tiştî em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez roja we ya 8’ê Adarê û ya hemû jinên cîhanê pîroz dikim û hêvî dikim ku her rojên we bibin  mizginiya rojên azad ên 8’ê Adarê. Di 8’ê Adaran de, em jin, wê dîsa daxwazên civakê li qadan biqîrîn. Em ê îro têkoşîna jinan geş bikin, hemû maf û hiqûqên jinan ên di nava civakê de bigihînin asta herrî jor. Ji vê yekê qet gumana me tuneye. Bi sedan hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin jî wisan dibêjin. Ji ber ku ez pêşengtiya çalakiyeke wiha dikim, pir keyfxweş û şanaz im. Ez temsîla gelek nasnameyan dikim û min ev hemû nasname hilbijartin. Di gelek mijaran de min bi xwe biryara xwe neda. Hemû biryarên derbarê jiyana xwe de min nedan. Lê mînak, min biryar da ku bibim femînîst. Min bixwe biryara vê çalakiya xwe da. Min hemû tişt di mejiyê xwe de ava kir, kit bi kit hûnand û min dûre dest bi vê grevê kir. Di warê rihê de ez hîna jî xwe pir baş hîs dikim. Her çiqas fîzîkiya min, zorê li min bike jî, mejiyê min moralê dide min. Min biryara xwe bi xwe da. Hatina we ya gel hev pir binirx e. Têkoşîna jinê pir binirx e. Jinên hatin serdana min yek bi yek moral û coş dan min. Ji ber vê em dibêjin ku ger jinek rastî tundiyê bê, hemû jinên din jî rastî tundiyê tên. Em gelek nêzî serkeftinê ne. Ez xwe pir bisiûd dibînim, ku hevrê û hevalê we jina me. Ez hêvî dikim ku di 8’ê Adarê sala bê de, em ê hemû bi hevre vê rojê pîroz bikin. Baş e ku hûn hene jinên hêja û ez jî heval û hevrêya we me. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de.”