Li bajarê Lozan ê Swîsreyê Meclîsa Jinan a Lajîn hate avakirin
Jinên Kurdistanî û Tirkyeyî yên ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê dijîn, avakirina Meclîsa Jinan a Lajîn îlan kirin.
Jinên Kurdistanî û Tirkyeyî yên ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê dijîn, avakirina Meclîsa Jinan a Lajîn îlan kirin.
Kongreya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, bi dehan jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdar bûn.
Kongre bi sirûda “Ey Raqîb” û deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Ewilê li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa axaftin hate kirin û piştî axaftinan bûyerên siyasî hatin nirxandin.
Piştî rêziknameya Meclîsa Jinan a Lajîn hate xwendin û şûn de, derbasî hilbijartinê bûn. Piştî kû komîsyona hatin avakirin û şûn de avakirina kongreyê bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “ Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.