Li bajarê Kirmaşanê keçek 16 salî hate qetilkirin

Hate ragihandin ku li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê keçeke 16 salî ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê (KMMK), duh li bajarê Kirmaşanê zaroka keç ya 16 salî ya bi navê Şekîba Bextiyar ji aliyê bavê xwe hatiye qetilkirin.

Di nûçeyê de ku xwe dispêre hin çavkaniyan tê gotin ku Şekîba Bextiyar ji ber ku dereng ji bazarê wegeriyaye malê, ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

Her wiha hatiye gotin ku bavê keça 16 salî bi kêran êrîşî keça xwe dike û wê birîndar dike, lê ji ber giranbûna birînan Bextiyar jiyana xwe ji dest daye.

Komeleyê bal kişandiye ser zêdebûna rêjeya şîdeta li ser jinê ya li bajarê Kirmaşanê û dibêje ku di wan salên dawî de rêjeya kuştina jinan ji aliyê endamên malbatê zêde bûye. Her wiha diyar kiriye ku heya niha ji bo pêşîlêgirtina van êrişan tevdîrên xurt nehatine girtin.