Li Arjantînê bi deh hezaran jin ji bo kurtajê meşiyan

Li Arjantînê, jinan fûlarên kes li stuyê xwe gerandin û li kolanên Bûenos Aîresê meşiyan. Jinan xwestin kurtaj qanûnî bibe.

Piştî ku kurtaj li Îrlandayê bi rêya referandûmê qanûnî bû, vê yekê hêvî da welatên Katolîk ên mîna Arjantînê.

Li Arjantînê, ku welatê lîderê alema Xiristiyan Papa Francis e, dêr hewl dide ku pêşî li qanûnîbûna kurtajê bigire. Li gorî anketan, meyla civakê bi ser qanûnîkirina kurtajê ve diçe. Li gorî anketa Enstîtuya Gûtavo Cordoba, 60 ji sedî yên Arjantîniyan dixwazin kurtaj qanûnî bibe. 35 ji sedî li ber radibe û 5 ji sedî jî nêrîna xwe li ser mijarê nabêje.

Pêşnûme qanûn wê 13'ê Hezîranê pêşkêşî parlamentê were kirin. Eger bê qebûlkirin, divê senator jî erê bikin. Senatorên eyaletan jî bi giranî di bin otorîteya waliyan de ne. Piraniya waliyan jî naxwazin dêr bibe dijberê wan.