Li Amedê mirina bi guman a jinekê

Li Amedê mirina bi guman a jinekê

Li Amedê jina bi navê Guldane Koçak a 38 salî ji avahiya 8 qatî ket xwarinê û piştî ku ji wezîfedarên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer re got, "Hevserê min, min avêt jêrê" li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li ser van gotinên Koçak hevserê wê G.S hat binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, bûyer îro li Sîteya Ekbay a kolana 314. a Bûlvara Tûrgût Ozal a navçeya Baglarê rû da. Dayika 3 zarokan Guldane Koçak ji şaneşîna mala xwe ya li qatê 8. ê avahiyê ket xwarê. Şêniyên derdorê yên dîtin jin ket xwarê bang li servîsa lezgîn 112'an kirin. Yên ku hatin ser serê Koçak jê pirsîn ka çima xwestiye xwe bikuje û Koçak jî ji wan re gotiye "Mêrê min, min avêt jêrê." Koçak di ambûlansê de jî got ku mêrê wê ew avêtiye. 

Guldane Koçak a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê, li gel hemû hewldanên tibbî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahîdayina ekîbên tenduristiyê, polîs çûn cihê bûyerê û hevserê Koçak G.S. kirin binçavan. Derket holê ku G.S di îfadeya xwe destpêkê de gotiye "Di navbera me de ti nîqaş derneketiye. Min hevsera xwe ne avêt."