Li Amedê li ber Qeymeqamiyê kuştina jinê
Li Amedê li ber Qeymeqamiyê kuştina jinê
Li Amedê li ber Qeymeqamiyê kuştina jinê
Li navçeya Amed Peyasê, jineke ku ji hevserê xwe cihê bûbû û ji bo navnîşana xwe biguherîne çû avahiya Qeymeqamiyê, li vê derê bi çekê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat kuştin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Nîlufer Toprakoglû (36) a ji bo navnîşana xwe biguherîne çû Qeymeqamiya Peyasê ya li kolana 68. a Taxa Hûzûrevlerî ya Navçeya Peyasê, ji aliyê hevserê xwe yê berê M.T. ve li ber avahiya Qeymeqamiyê bi çekê hat kuştin.
Toprakoglû ya di bûyerê de bi xedarî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdeyê ya Amedê, lê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Hevserê wê yê berê M.T. jî hat binçavkirin.