Li Amedê jineke ciwan bi awayekî bi guman xwe kuşt

Xwendekara lîseyê Nûrsîn Kose ya ku malbatê dixwest wê bi darê zorê bizewicîne, li gorî îddîayan xwe kuşt.

Li Yenîyola Peyasa Amedê ji ber ku malbata wê xwest wê bi darê bizewicîne, hate îddîakirin ku xwendekara lîseyê Nûrsîn Kose (17) bi çekê xwe kuştiye.

Hate îddîakirin ku 3 roj berê Kose bi tivingê xwe kuştiye. Piştî ku Kose rakirin nexweşxaneyê, Kose li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kose li goristana Peyasê hate veşartin.

Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) îro raporek weşand û tê de diyar kir ku di meha Îlonê de 16 jin hatine kuştin û mirina 20 jinan jî bi guman e.