Li Amedê jinek hate qetilkirin

Li Amedê jinek hate qetilkirin

Li Amedê kesê bi navê Vedat T hevsera xwe Canan T bi heşt derbeyên kêrê qetil kir.

Li gorî agahiyên hatine girtin, bûyer li malek ya li ser Rêya Gursel ya li Taxa Mûradiye ya navçeya Rezana Amedê rû da.

Karkerê avahîsaziyê Vedat T hevsera xwe Canan T bi kêra nan ji heşt cihan kêr kir. Cîranên ku qîrînên Canan T’yê bihîstin agahîdan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê Vedat T’yê hevsera xwe da ber kêran binçavkirin. Dema ku Vedat T hate binçavkirin ji ber berteka rûniştvanên taxê, polîsan ew xiste nava wesayîta zirxî û dûrxistin.

Yekîneyên beşa lezgîn a 112 ku hatin cihê bûyerê, mudaxeleyî Canan T’ya ku di nav xwînê de kirin. Canan T’ya ku 16 sale zewiciye û dayîka 4 zarokane, li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Polîsên ku li malê hûrkolînên xwe bidawî kirin, bi yekîneyên tenduristiyê re termê Canan T yê bê ruh xistin ambulansê û rakirin morgê. Hate ragihandin ku, têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpê kirin.