Li Amedê jinek hate kuştin

Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jineke bi navê Denîz K. hate kuştin.

Li kolana Gevran a taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jineke bi navê Denîz K. a li apartmanekê bû, doh bi şev ji ber êrişeke çekdarî mir. Hate ragihandin ku Denîz K. dema ku pitika wê ya sal û nîvekê di hembêza wê de bû hate kuştin.

Li gorî agahiyan, wezîfedarê apartmanê yê dengê çekê bihîst agahî da polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê Denîz K. a ku pitika wê di hembêza wê de bû bi birîndarî dîtin. Tevî hemû hewldanan Denîz K. nekarî bê rizgarkirin.