Li Amedê ji bo 5 jinan de doza 8’ê Adarê

Li Amedê ji bo 5 jinan de doza 8’ê Adarê

Derbarê Hevseroka Rêxistina BDP'ê Zubeyde Zumrut, Seroka Komîteya Amedekar a Mitîngê Gulsum Altan, Dayîka Aştiyê Havva Kiran û 2 jinên pêşkêşvanên mitîngê yên di Mitînga 8'ê Adarê ya par ji aliyê DOKH'ê ve li Amedê organîze kirin de axivîn bi sûcdariya "propagandeya rêxistinê kirin" doza hate vekirin. Di îdîanameyê de rexnekirina polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinê suc hat hesibandin.

Di pêvajoya rêxistinên jinan amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin derbarê axaftvanên jin ên par di mitînga 8'ê Adarê de axivîn doz hate vekirin. Derbarê Derbarê Hevseroka Rêxistina BDP'ê Zubeyde Zumrut, Seroka Komîteya Amedekar a Mitîngê Gulsum Altan, Dayîka Aştiyê Havva Kiran pêşkêşvanên mitîngê Zeynep Duşun û Remziye Guzel ên par di mitînga 8'ê Adarê ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ya li Amedê pêk hat bûn li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hate vekirin.

REXNEKIRINA AKP'Ê WEKE SUC HATE HESIBANDIN

Îdîanameya dozê li gorî madeya TMK'ê ya 7/2'an û madeya 53 TCK'ê bi sucdariya "Propagandeya rêxistinê" hate amadekirin. Derbarê 5 jinên navên wan derbas dibe di axaftinên xwe de nêrînên PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne ziman propagande kirin di îdîanameyê de cih girtin. Di îdîanameyê de gotinên beşdaran û pêşkêşvanan carna gotin ên "An azadî, an azadî" û "Edî Bes e" weke suc hatin hesibandin.

Di îdîanameyê de bertekên li dijî komkujiya jiinê û polîtîkayên dewletê yên zextan lên li dijî jinên Kurdan pêk tên weke suc hatin hesibandin. Di îdîanameyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û axaftinên ji bo jinên kurd ên jiyana xwe dest dan û rexnekirina AKP'ê weke suc hate hesibandin.

Derbarê Zumrut, Altan, Kiran, Duşun û Guzel de bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kirin" ji salekê hate 5 salan cezayê girtinê tê xwestin û li gorî madeya 53'an a TCK'ê ji mafên cemaweriyê bên bêparkirin tê xwestin.

Rûnşitina dozê dê di 15'ê nîsanê de li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.