Gelê Amedê li ser piyan e: Yekane çare berxwedan e!
Li Amedê bi hezaran kes desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê protesto kirin. Di çalakiyê de peyama, “Yekane çare berxwedan e” hat dayîn.
Li Amedê bi hezaran kes desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê protesto kirin. Di çalakiyê de peyama, “Yekane çare berxwedan e” hat dayîn.
Piştî qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê hatin kirin, bi hezaran kes li Amedê hatin gel hev û çalakî li dar xistin. Kesên li ser banga DEM Partî, DBP û TJA’yê hatin pêşiya Plazaya AZC ya li Semta Ofîsê, pankarta “Vîna gel nayê xespkirin em ê rê nedin qeyûman” hilgirtin.
Girseyê gelek caran dirûşmên “Her der Mêrdîn-Êlih-Xelfetî ye, her der berxwedan e” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Piştre heta qada Şêx Seîd meşa hate lidarxistin. Di dema meşê de tevlîbûna li meşê zêde bû û kesên derdor jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan çalakiyê.
Piştî meşê, Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn axivî û wiha got: “Yên ku di neçareseriyê de israr dikin, qala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin û li piş perdeyê ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd careke din derketin holê. Ev siyaseta rizî û darbekar qeyûme ne tenê li ser gelê Kurd li ser gelên Tirkiyeyê jî ferz dike. Demildest dest ji vê yekê berdin. Rêz li hember vîna gelê Kurd bigirin. Em ê tu carî vîna xwe radestî qeyûmê nekin. Rejîma qeyûmê darbeya siyasî ye.”
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî wiha got: “Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîne. Em ê li ber xwe bidin. Yên ku dixwazin bi tayînkirina qeyûman gelê Kurd biçewisînin bizanibin ku gelê Kurd tu carî çok nedanî. Şaredarî yên gel in û ev gel wê di her şert û mercê de vîna xwe biparêze.”