Li Amed û Stenbolê jinan serî hildan

Li Amed û Stenbolê bi hezaran jin li hev kom bûn û gotin, "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin, em jiyanê radiwestînin." Bi meş û daxuyaniyan vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin.

Li dijî vekişandina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê hate kirin, jin daketin qadan. Li Amed û Stenbolê jin meşiyan û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin.

STENBOL

Jinên ku bi bangawaziya Koma Kampanyayê ya Pêkanîna Peymana Stenbolê bi dirûşmeya "Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin, em jiyanê radiwestînin" li Tunela Taksîmê li hev kom bûn, tevî hemû astengiyan jî ji bendan derbas bûn û ji Kolana Îstiklalê heya Karakoyê meşiyan.

Li Kolana Îstiklalê polîsan dest li çalakiya jinan werdan. Jinan jî dirûşmeyên "Em serî radikin", "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin", "Wê dewleta kujer hesab bide", "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Jin ji du bendên polîsan ên li Kolana Îstiklalê derbas bûn û dest danîn ser mertalên polîsan.

Jinan bend ji pêşiya xwe rakirin û heya Karakoyê meşiyan. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgiriya jinan kirin û jin bi berzkirina dirûşmeyan, bi tilîlî û çepikan heya Karakoyê meşiyan. Li Karakoyê, polîsan cardin pêşiya jinan birîn, lê belê jinan ev barîkat jî derbas kirin û rê li çûnhatinê girtin.

Jinan, qederekê rê girtin û paşê berê xwe dan Qada Karakoyê. Jin, li qadê rûniştin û gotin: "Ji îro pê de her roj 1'ê Tîrmehê ye, her roj serîhildan e. Hê ji bo me neqediyaye. Me çawa bend li van kuçeyan rakir, em ê bi heman awayî jî Peymana Stenbolê pêk bînin. Ne qediyaye. Berxwedana me, têkoşîna me dewam dike. Ên bi ser dikevin kuçe û qad in."

Paşê jinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin. 

AMED

Li Amedê jî têkildarî heman mijarê li Parka 8 Martê daxuyaniyek bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Rosa hate dayin. Gelek jin di dema daxuyaniyê de amade bûn. Jinan maskeyên bi nivîsa "Peymana Stenbolê ya me ye" bi rûyê xwe ve kirin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî piştevaniya jinê" qîriyan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Peymana Stenbolê bi biryareke siyasî ji aliyê Dadgehê ve hatiye betalkirin û hate destnîşankirin ku ew vê biryarê nas nakin.

Piştî daxuyaniyê, endama komeleyê Rûken Erguneş deklarasyonek xwend ku mohra 129 sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Bakurê Kurdistanê li binî bû.

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.