Li Agiriyê mirina jineke din a bi guman

Li Agiriyê mirina jinan a bi guman zêde dibin. Kubra Taşdemîr a 21 salî bi hilawistî hate dîtin.

Li bajarê Agiriyê ku bi mirinên bi guman ên jinan di rojevê de ye, jinek din bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gundê Gêrê Şera ya navçeya Avkevir a Agiriyê, hat îdîakirin ku jina 21 salî Kubra Taşdemîr di saetên duh ên nîvro de, di konê zozanan ê tê de diman de daliqandî hatiye dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer cenazeyê Taşdemîr a salek bû zewicî bû, ji bo otopsiye rakirin Nexweşxaneya Erziromê

BAV: HEVJÎNÊ WÊ DEST DANÎBÛ SER TELEFONA WÊ

Bavê jina ciwan Kerem Samanci, diyar kir ku hevjînê wê T. Taşdemîr dest danîbû ser telefona wê û ev demek dirêj bû, tu agahî jê nedigirtin. Bav Samanci, da zanîn ku keça wî ber bi întîharê ve birine.

MEHA BORÎ 21 JIN MIRIN, 18 MIRINÊN BI GUMAN

Jina bi navê Ceylan Akpolat a li goma Şîrik a girêdayî gundê Silêman Kombel a navçeya Xamûr dijiya di 7’ê Gulanê de, Pakîze Oztaş a li gundê Qerexalta Jêrê ya navçeya Dutax dijiya di 9’ê Gulanê de, Guzel Koçyîgît a li gundê Elomilo ya girêdayî navenda Agiriyê dijiya di 26’ê Gulanê de, ciwana 17 salî Zana Polat a li gundê Qetka Jêrê ya navçeya Giyadîn dijiya di 4’ê Hezîranê de û jina 27 salî Hacer Ergul a li gundê Toklû Jêrîn a navçeya Avkevir dijiya jî di 11’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî li bajêr di nava 35 rojan de, 5 jinan bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da bûn. Bi mirina jina 21 salî Kubra Taşdemîr re ev hejmar gehişt 6’an.