Li Agiriyê jinek ciwan hate qetilkirin

Li Agiriyê jinek ciwan hate qetilkirin

Li navçeya Hamûr ya Agiriyê kesekê binavê Anil Yildiz, Asli Demîr a 22 salî ya li gel jiyan dikir bi kêrê qetilkir.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, îro di demjimêrên serê sibehê de bûyer li navçeya Hamûr ya Agiriyê rû da.

Asli Demîra ku salek ku li gel Yildiz jiyan dikir û ji ber nîqaşên çêbûne 6’ê Tebaxê çûbû gel malbata xwe, çû girt gel xwe û derketin derve. Yildizê ku piştî demekê Demîr da ber kêran, jina ciwan di navxwînê de hişt û ji cihê bûyerê revî.

Yildizê ku piştî cînayet îtîrafkir, hate girtin û şandin girtîgehê. Termê jina ciwan jî ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.