Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî qirkirina jinan li ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê daxuyanî çapemeniyê da. Parlamentera HPD’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr, aktîvîstên TJA’yê û birêvebirên HDP û DBP’ê yên bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartê li ser “Em qirkirina jinan rawestînin û jiyana nû ava bikin“ nivîsandî hat vekirin.
Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û anî ziman ku berpirsê zêdebûyîna qirkirina jinan desthilat e û got: “Vê desthilatê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) û qeyûmên tayînê şaredariyên me kirin, bi dehan saziyên jinan girtin. Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin û berê jinan dan ber bi saziyên xizmetê ve. Tiştê em ji vê fêm dikin ev e; AKP, peyama ‘ez ê jinan qetil bikim, ez ê rêya vê vebikim û jinan bihêlim ji rehma mêran re. Ji jinên TJA’yî yên Kurd ên li dijî vê têbikoşin re jî bibêjim terorîst in’ dide. Çimkî jinan li ber polîtîkayên xwe wek astengî dibîne. Têkoşîna jinên Kurd li ber vê hişmendiya xwe ya qirêj wek astengî dibîne. Ne bi tenê têkoşîna Kurdan lê hemû jinên şoreşger ên li Tirkiyeyê wek terorîst îlan dike. Lê bila bi vê bizanin ku li Agiriyê, li Şirnexê ya jî li Stenbolê, li kû dibe bila bibe, em rê nadin vê hişmendiya qirêj a li ser bedena jinan siyasetê dike û pê dikeve hewila bidestxistina rantê. Li dijî fam û feraseta qirêj a mêr û dewletê, em jin, dest ji têkoşîna xwe bernadin.“
Daxuyanî, bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.