Li Şîliyê jinên berxwedêr di hedefê de ne

Li Şiliyê ku par li dijî desthilata rastgir serhildaneke mezin çêbû zexta polîsan a li ser jinên aktivîs zêde dibe.

Li Şiliyê komên ku di xwepêşandanan  de yên li dijî rêveberiya kambax a rêveberiya Sebastîan Pînera ya rast derketibûn pêş operasyonên çavtirsandinê didomin.

2019'an gulanê li dijî tundiya mêran û tecawizê bi navê 'Las Tesîs'ê kolektîfa femînîst jî di hedefa êrîşan de ye. Polîsan doz li endamên Las Tesîsê vekirin, ji ber ku li dijî polîsan ,tecawizan û tundiya polîsan meha bihurî vîdeo hazir kiribûn.

Polîsan di serlêdanê de îdîa dikin endamên Las Tesîsê ji ber komkujiyê wê demê banga tundiyê li dijî polîsan hatiye kirin. Di daxwaznameya dozê de ku di rojnameya La Tercera de hate weşandin tê gotin, ''li polîsan bireşînin.''

Lê di vîdeoyan de ku endamên Las Tesîsê weşandine li dijî komkujiyên polîsan ku par kiribûn û li dijî tacîz û tecawiza li dijî jinan banga berxwedanê tê kirin.

Di vîdeoyê de ku aktivîsên jinan par ve kirine tê gotin, ''Me dişopînin, têketina nav malê bloke dikin, tevlî nav xwepêşandêran dibin her tiştî dişewitînin. Gazê davêjin, li wan dixin, êşkence dikin, tecawiz dikin, dişewitînin, me kor dikin.''