Li Îrlandayê 9 hezar zarokên dayikên nezewicî mirin-hatin kuştin

Eşkere bû ku di navbera salên 1920 û 1990'î de li Îrlandayê, li malên Dêra Katolîk ên ji bo 'dayikên nezewicî û zarokên wan' hatibûn avakirin, 9 hezar zarok mirine yan jî hatine kuştin.

Li malên 'dayikên nezewicî û zarokên wan' ên li Îrlandayê ku ji aliyê Dêra Katolîk ve dihatin birêvebirin, şert û mercên giran ên jiyanê û tundiya di navbera salên 1920 û 1990'î de li 9 hezar zarokî dihate kirin, doh bi raporekê eşkere bû.

Di raporê de hate ragihandin ku mala 18 'dayikên nezewicî û zarokên wan' hatin lêkolîn. Ev malên navborî, ji bo jinên nezewicî û ducanî karibin dûrî civakê zarokên xwe bînin dinyayê, bi dehan salan hatin bikaranîn.

Hate ragihandin ku li yek ji malên li Bessboroughê ya li herêma Corkê, di sala 1943'an de ji sedî 75 ê pitikan hîn rojek jî nedîtin û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê, bi taybetî jinên ku destavêtin li wan hate kirin û zarokên ji ber destavêtinê ji dayik bûn, li van malan dihatin bicihkirin.

Wezîrê Zarokan Roderic O'Gorman li ser raporê daxuyanî da û got, "Rapor asta polîtîkaya zextê û dijberiya li jinê ya dehan salan a li Îrlandayê radixe pêş çavan."

Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin jî wê vê hefteyê ji ber beşa 'herî zehmet û cihê şermê' ya dîroka Îrlandayê lêborînê bixwaze.

Hikumetê jî ragihand ku ji bo mexdûran wê tazmînatê bide û ji bo tespîtkirina nasnameya yên hatine kuştin jî cenaze bên derxistin û lêkolîn.