Li Îranê Daîmî û Îrayî yên girtî di greva birçîbûnê de ne

Li Îranê çalakgera siyasî û wênesaz Atena Daîmî û Gûlrûx Îbrahîm Îrayî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakgera siyasî û wênesaz Atena Daîmî ya ku di 22’ê Cotmeha 2014’an de hatibû binçavkirin û 86 rojan di lêpirsînê de mabû. Di Adara 2015’an de dadgeha wê hatibû kirin û 14 salan ceza jê re hate xwestin. Daîmî di 8’ê Nîsana 2017’an li hemberî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiribû û di 31’ê Gulanê de çalakiya xwe bi dawî kiribû.

ZAROKÊN JI KOBANÊ Û GAZZEYÊ XÊZ KIRIBÛ

Atena Daîmî ji bo zarokên Kobanê û Gazzeyê alîkarî kiribû û wêneyên li ser şer û koçberiyê xêz kiribû îro dîsa li hemberî îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kir. Daîmî diyar kir ku bi Gulrûx Îbrahîm Îrayî re îro saet di 10.00’an de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Gulrûx Îbrahîm Îrayî jî tevî hevserê xwe Areş Sadeqî hatibûn girtin û bi sûcê ‘li dijî pergalê propaganda kirine’ 6 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Çalakgerên mafên mirovan ên Îranê piştgirî dan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Atena û Gulrûx, xwestin ku girtiyên siyasî serbest werin berdan.