Li Îranê Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' -1

Beriya niha bi salekê Jîna Emînî ku ji aliyê 'Polîsên Exlaqê' ve hate destgîrkirin li qereqolê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Piştî kuştina Jîna Emînî, çalakiyên herî girîng ên protestoyî yên dîroka Îranê destpê kirin.

Jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî beriya niha bi salekê bi îdîaya ku pîvanên lixwekirina Îslamî ya ji neçarî ya li Îranê binpê kiriye, hate destgîrkirin û bi êşkenceyê hate qetilkirin. Jîna Emînî di 13'ê Îlona 2022'an de hate destgîrkirin û 16'ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê çalakiyên gel ên herî mezin destpê kir. Ev serhildan jî ku jinan pêşengî jê re kirin weke 'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî' hate pênasekirin. Jinên Îranî bi dirûşma 'Zan, Zendegî, Azadî' xwedî li vê dirûşmê derketin. Di beşa destpêkê ya dosyaya xwe de em ê qalê bikin bê Jîna Emînî çawa hate kuştin, piştre jî çalakiyên destpêkê yên li Îranê bi çi rengî bûn.

BI GOTINA 'LEŞKEREK BIRÎNDAR BÛ' DEREW KIRIN

Jîna Emînî li gel malbata xwe hat Tehranê û 13'ê Îlona 2022'an ji aliyê Polîsên Exlaqê ve bi hinceta ku li gorî 'pîvanên nixumandinê' tevnegeriya ye hate destgîrkirin. Jîna Emînî anîn navenda destgîrkirinê ya Vozara. Tevî Jîna Emînî hin jinên din jî hebûn ku bi heman hincetê hatin desrgîrkirin. Birayê Jîna Emînî Kîarash Emînî jî wê şevê li ber qereqolê bû û li benda xwişka xwe bû.

Birayê Jîna ji Îran Wîre re qala wê şevê kir, anî ziman ku li pêşiya qereqolê polîsan bi gaza îsotê êrîşî wan kirin û got, "Dema ku hatim ber avahiyê, ji bo jinên girtî nêzî 60-70 kes li wir disekinîn. Dema ku çend kes hatin berdan, ji nişka ve qîrînek hate bihîstin. Em hemû çûn ber deriyê avahiyê, lê belê derî venekirin. Ji nişka ve polîsan bi gaza ku çavan dişewitîne û ço êrîşî me kirin. Ji ber êrîşê bedena min şîn û reş bû. Ji doh bi şev ve çavên min dişewite. Pênc deqe piştî vê bûyerê ambûlansek ji avahiyê çû. Her jin a ji hundir derdiket digot 'yek hate kuştin'. Min wêneyê Jîna nîşanî jinan didam. Yek ji hundir got ku ew Jîna ye. Şoq bûm û tirsiyam. Min ji leşkerekî pirsî bê çi bû. Ji min re got, 'leşkerek birîndar bû' û derew kir. Jîna di hundirê wê ambûlansê de bû. Min bawer nekir. Heta nexweşxaneyê beziyam."

DI NAVBERA GIRTINA WÊ Û BIRINA NEXWEŞXANEYÊ DE TENÊ DU SAET HEBÛN

Jîna Emînî birin Nexweşxaneya Kasra û îdîa dikirin ku pirsgirêka wê ya dil hebû. Lê belê birayê wê Kîarash Emînî ji Îran Wîre qala rewşê kir: "Min bi çavên xwe dît ku rûyê Jîna werimî bû û lingên wê şîn û reş bûbû. Tiştekî min nemabû ku ji dest bidim. Ez li qatê jêrê yê avahiyê bûm, xwişka min li qatê jorê razayî bû. Di navbera girtina wê û birina nexweşxaneyê de tenê du saet hebûn."

3 ROJAN DI KOMAYÊ DE MA

Jîna Emînî 3 roj piştî kete komayê di 16'ê Îlona 2022'an de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ji qereqolê de hate ragihandin ku Jîna dema hatibû destgîrkirin ji ber nexweşiya dil kete erdê û du rojan piştî ku di komayê de ma jiyana xwe ji dest da. Lê belê şahidan diyar kirin ku li Jîna xistin û serê wê li kêleka wesayita polîsan xistin. Her wiha agahiyên li nexweşxaneyê jî ji aliyê komeke hacktîvîst ve hatin parvekirin. Qenala bi navê Îran Înternatîonal diyar kir ku belgeyên tibbî bi rêya komeke hacktîvîst ketine destê wan. Qenalê di nûçeyê de ragihand ku derbeke giran li serê Jîna ketiye, beşek ji aliyê rastê yê serê wê şikestiye û malbata wê û doktoran gotin, çend caran li serê wê xistine. Malbata Emînî ragihand ku nexweşiya dil berê bi keça wan re tune bû.

ÇALAKIYA DESTPÊKÊ LI SEQIZÊ PÊK HAT

Piştî ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da, çalakiya destpêkê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Gel daket qadan û ji ber êrîşa hêzên ewlekariyê yên Îranê kesek hate qetilkirin.

Li ser zexta dewleta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hate kirin. PJAK û KODAR'ê li hemberî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve bang kir ku di 19'ê Îlonê de bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Şehîd namirin' beşdarî greva giştî bibin.Her wiha partiyên ser bi Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, Partiya Komunîst a Îranê-Rêxistina Kurdistanê û komek ji partî, saziyên civakî yên sivîl û aktîvîstên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevlîbûna grevê bang kirin. Li ser vê bangê li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir. Ji bajarên Seqiz, Sine, Şîno, Bûkan û Bane tevlîbûn li grevê bû.

DI 6 ROJÊN DESTPÊKÊ DE 17 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî nûçeya Le Monde ku 22'ê Îlona 2022'an agahiyên xwe spart çavkaniyên fermî, di çalakiyan de tenê di nava 6 rojan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Îranî jî diyar kirin ku di 6 rojan de xwepêşandêr û polîs jî di nav de 17 kesan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane. Di 22'ê Îlonê de Înstagram û WhatsApp hate astengkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku rêxistineke muxalefetê ye û navenda wê li Oslo ye ragihand ku herî kêm 31 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Di çalakiyên şermezarkirinê de ku bi mehan dewam kir her wiha wêneyên lîderê olî Ayetûllah Alî H amaney hatin şewitandin û dirûşma 'Mirin ji dîktator re' hate qîrîn. Jinan destmala li serê xwe avêtin, şewitandin û bi vî rengî qanûna ku nixumandina serî ferz dike, şermezar kirin. Çalakî li bakurrojavayê welê ji aliyê Kurdan li başûrrojhilat jî ji aliyê Belûcan hatin lidarxistin.

524 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Piştî qetilkirina Jîna Emînî di serî de Îran li gelek deverên cîhanê jin daketin qadan. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda xwe li Tehranê ye, diyar kir ku heta 15'ê Çileya 2023'an li Îranê di serhildanê de 524 kes hatin qetilkirin. Li gorî daneyên HRANA'yê ji kesên hatin qetilkirin 71 jê zarok bûn. Her wiha 68 jî endamên ewlekariyê bûn. Ajansê ragihand ku heta 15'ê Çileya 2023'an ji ber çalakiyên şermezarkirinê 19 hezar û 401 kes hatin destgîrkirin an jî girtin ku 713 ji wan xwendekar bûn.

Ji aliyê dadgehan ve 724 kes bi îdîaya pêwendiya xwe bi çalakiyan heye hatin mehkûmkirin, bi giştî 11 hezar û 721 meh cezayê girtîgehê li wan hate birîn û çar xwepêşandêr hatin darvekirin. HRANA'yê diyar kir ku ji 17'ê Îlona 2022'an heta 7'ê Kanûna 2022'an li tevahiya welêt 82 rojan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin, çalakî li 31 wîlayetan, 160 bajaran û 143 zanîngehên mezin hatin kirin.

BEŞA DUYEMÎN: Têkoşîna azadiyê ya jinên Îranî û Rojhilatî û li Îranê rewşa dawî.