Li Îranê 4 jinên din xwe kuştin

Li paytexta Îranê Tehrane û li Şîraz, Rafsancan û Ehwazê 4 jinên din xwe kuştin.

Îran li Rojhilata Navîn yek ji wan welata e ku pir jin xwe dikujin. Li Îranê 4 jinên din xwe kuştin.

Li gorî agahiyên rayedaran 21’ê Hezîranê li Şîrazê xwendekareke dibistana navîn xwe kuşt.

Li gorî ajansa fermî Roknayê yek ji reyedarê eyaleta Farsê Saîd Gulampûr 21’ê Hezîranê di daxuyaniyeke çapemeniyê de agahî daye ku ji par ve li eyalete 348 jinî xwe kuştiye. Temenê wan jî di navbeyna 15-45’an de ye.

Di navbeyna 17 û 20’ê Hezîranê de 3 jinan xwe kuşt. Her wiha Nîsan-Gulanê jî 21 jinî xwe kuştibû. Tê gotin reqama rastî hê zêdetir e.

Zextên siyasî, civakî, dînî, rêz û rêçik, bêkarî, rewşa nebaş a aboriyê, newekheviya civakî, nedadî, polîtîkayên dijî azadiyê, zewicandina bi zorê wekî sedemên xwekuştinê têne dîtin.