Li Îranê 24 hezar jinebiyên biniya 18 salî hene

Li Îranê parlementereke jin diyar kir ku li welat 24 hezar jinebiyên temenê wan biniya 18 salî hene.

Li gorî nûçeyeke ajansa Roknayê parlementera bi navê Masûmeh Aga-Alîşahî bal kişand ser kêşeyên ‘zewacên zû’.

Alîşahî qala zewicandina zarokan kir û diyar kir ku 24 hezar jinebî hene ku, temenê wan di biniya 18 salî ne. Li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e, ji ber ku li ser vê meseleyê lêkolîneke cîddî tune.

Parlementerê pirsî ku, ev zarok ew ê dahatûya wan çawa be û hişyarî kir ku ev meyl her diçe zêdetir dibe.

Alîşahî got ku, “Keçên li bejahiyê, ji ber tunebûna dibistana navîn, ji neçarî dev ji dibistanê berdidin. Piştî dibistana seretayî jî malbat, wan dizewicîne. Bandora hejariyê jî li ser zewaca zarokan heye. Ji bo bidestxistina pereyan jî zarokên xwe di 9 an jî 10 salî de bi mêrên kal re didin zewicandin.”