Li Êlihê dayikan tecrîd protesto kirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ligel ku polîsan asteng kir jî berxwedana zindanan silav kirin û tecrîd protesto kirin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê, xwestin tevî parlementeran li Parka Ataturkê daxuyaniyeke girseyî bidin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaranê jî piştgiriya dayikan kirin. 

Polîsan derdora Parka Ataturkê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine û her wiha dayikên aştiyê jî dorpêç kirin. Polîsan bi hinceta "daxuyanî bê destûr e" daxuyaniya dayikên aştiyê asteng kir. Jinan jî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana", "Denîz Poyraz nemir e", "Jin, jiyan, azadî" û "bijî aştî" helwesta polîsan şermezar kirin. 

Dayikên Aştiyê ku bûbûn du kom û ji aliyê polîsan ve hatibûn dorpêç kirin, hatin cem hev du û destûr hat dayîn ku li vir daxuaniyê bidin. Dayikan pankara ku li ser "Dayik tecrîdê dişikînin, aştiyê ava dikin" nivîsandî vekirin û wêneyên Denîz Poyrazê hilgirtin. 

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li parkê daxuyanî da, bibîr xist ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 226'an de ye. Aydenîz, bal kişand ser astengkirina daxuyaniya Dayikên Aştiyê û got: "Ji axaftina dayikan ditirsin. Ji çarikên wan ditirsin, ji peyama dayikan ditirsin." 

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meyase Akdag jî anî ziman ku Dayikên Aştiyê bi salan e doza aştî û wekheviyê dikin, lê belê rayedar xwe li bêdengiyê datînin. Akdag got: "Ji bo tecrîda li ser rêzdar Ocalan bê rakirin û çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanan bi dawî bibin, em li vir in. Êdî bes e ji lêgerînên tazî, sûcên li hemberî mirovahiyê û mirina girtiyan re. Êdî bes ji vê tecrîda li ser gelê kurd. Êdî bes e ji vê dijminatiyê re. Heya ev sûc biqedin û heya demokrasî bê, em ê têbikoşin. Em ê her roj li ber xwe bidin." 

Piştî daxuyaniyê girse bi çepik û berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya HDP'a Êlihê ve meşiya.