Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Leyla Guven sond xwar û dest bi erka xwe kir

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyal Guven li Meclîsê sond xwar û dest bi xebatê kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementara Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven piştî salekê û şûnde li Desteya Giştî ya Meclîsê sond xwar.

Piştî ku Guven sond xwar û şûnde  HDP’yî û CHP’yî bi çepikan ew pêşwazî kirin. Piştre Guven wê tevlî xebatên desteya giştî bibin û bibe endamê komîsyonan.

Guven a 31’ê Çileya 2018’an hate girtin, li girtîgehê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bo parlementeriyê hate hilbijartin. Guven piştî girtina 10 mehan û şûnde ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Guven di roja 79 a çalakiyê de hate berdan. Guven a çalakî li mala xwe doman di roja 200’î de li ser banga Ocalan a ‘Çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê gihiştin armancên xwe, li benda bidawîkirina çalakiyê ne’ dawî li çalakiya xwe anî.