Leyla Guven bû nîşaneya bijartiyên li girtîgehan
Leyla Guven bû nîşaneya bijartiyên li girtîgehan
Leyla Guven bû nîşaneya bijartiyên li girtîgehan
Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, rûniştina şeş mehên duyemîn ên îsal jî li dû xwe hişt. Kongre, xebatên rêveberiyên herêmî, têkiliyên wan ên bi rêveberiyên navendî re û rêveçûna wan li gorî pîvanên demokratîk û hişmendiya xweseriya herêmî li ber çavan digire û hewl dide wan li dijî polîtîkayên navendîperest ên hikûmetan biparêze.
Kongreya ku li ser navê 200 hezar navgîngên rêveberiyên herêmî yên 47 welatên endamên Konseya Ewropayê kar dike, ji şaredar, endamên meclîs û serokên herêman xwedî 636 endaman e. Kongre mîsyona xwe weke "pêşxistina demokrasiya herêmî, başkirina kapasîteyên rêveberiyên herêmî û xurtkirina xweseriyê" bi nav dike, ji xwe re pîvanên Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê esas digire.
Yek ji qadên herî girîng ên têkoşînê yên Kongreyê, têkoşîna li hemberî zextên hikûmetên navendî li dijî rêveberiyên herêmî ye. Şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û girtina bijartiyan di çarçoveya "dozên KCK'ê" de, ev 4 sal in yek ji rojevên Kongreyê ye ku qet nayê guhertin.
Şaredara Wêranşarê ya BDP'yî Leyla Guven jî bû yek ji navê ku di salên dawî de herî zêde li Kongreyê hat axivîn. Guven ku ji Kanûna 2009'an û vir ve di çarçoveya Doza KCK'ê de li girtîgehê ye, endama yekane ya BDP'ê bû di nava Heyeta Tirkiyê de beşdarî Kongreyê dibû. Ji ber ku Wezareta Karên Hundir Guven ji peywirê girt, endametiya wê ya Kongreyê jî ket, lê belê girîngiya xwe ya sembolîk ti carî winda nekir. Guven hînê weke nûnerê bijartiyên BDP'yî yên li girtîgehan, tê temsîlkirin.
LEYLA GUVEN KIYE?
Leyla Guven di sala 1964'an de li bajarokê Yapali yê navçeya Konya Cîhanbeyliyê hat dunyayê. Dibistana xwe ya seretayî li vir temam kir, di navbera salên 1980-85'an de li Elmanyayê bicih bû. Lê belê ji ber pirsgirêkên malbatî vegeriya Tirkiyê.
Leyla Guven di sala 1994'an de bi endametiya Desteya Rêveberiya Bajarê Konya ya HADEP'ê dest bi siyasetê kir û li heman bajarî wezîfeya Serokatiya Baskê HADEP'ê yê Jinan meşand. Di sala 2001 de bû Rêvebera Baskê HADEP'ê yê Navendî yê Jinan, di sala 2002'an de ji endametiya Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê re hat hilbijartin. Di heman salê de ji bo Serokatiya Baskê Jinan hat hilbijartin. Guven di hlibijartinên herêmî yên 2004'an de weke Şaredara Kuçukdîlî ya navçeya Edene Seyhanê hat hilbijartin. Guven piştre di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an de ji bo Şaredariya Wêranşarê hat hilbijartin.
Guven ku di çarçoveya operasyonên KCK'ê de di Kanûna 2009'an de hat girtin, ji wezîfeyê hat girtin û hînê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê weke dîlekê tê ragirtin.