Kuştina Sîncar li Êlihê hat şermezarkirin
Kuştina Sîncar li Êlihê hat şermezarkirin
Kuştina Sîncar li Êlihê hat şermezarkirin
Meclîsa Jinan a Bajêr a Êlihê, kuştina aktîvîsta DOKH'ê Nazliye Sîncar şermezar kir û got, "Em tevayî mekanîzmayên rêxistinkirî û wek şexs kesên qirkirina jinan red dikin, dawetî xwedîderketina li vê dozê dikin."
Meclîsa Jinan a Bajêr a Êlihê, têkildarî aktîvîsta Tevgera Jina Azad a Demokratîk a (DOKH)'ê Nazliye Sîncar a di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, li Salona Konferansê ya Rêxistina Bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rêveberên bajêr û pêkhateyên Meclîsa Jinan a Bajêr a Êlihê amade bûn.
Di civînê de Rêvebera BDP'ê yê Bajêr Hîdayet Tîryakî got, "Em vê qetlîama kesayeta zilamê serwer a ruhê zilma dewletê ye lanet dikin. Em rêhevala xwe Sîncar wek şehîda têkoşîna jin qebûl dikin û em soz didin ku dilsoziya egera bi têkoşîna wê re em ê bînin cih. Divê were zanîn ku wê Tevgera Jina Azad a Demokratîk hesabê vê bipirse. Tevî ku 10 salên hevdu berdane jî em vê êrîşa ku di rojeke berxwedanê ya gelê kurd de pêk hatiye bi wate dibînin. Lewma em vê êrîşê wek êrîş û kuştineke li hemberî xwe dibînin."
Tîryakî anî ziman ku wek tevgera jin wê dest ji kesê ku ew bûyera kuştinê pêk aniye bernedin û wiha got: "Bi ve wesîleyê banga me ji tevayî jinan re ye; parastina xwe ya cewherî pêş bixin û ne li benda kuştina xwe bin. Banga me ji zilamê ku gefê dixwe jî ev e: Edî em nikarin xwe li kuştina jinan rabigirin. Her zilamê ku li hemberî jinê şîddetê pêş dixe di heman demê de me jî dike dijberê xwe."
Tîryakî ku bal kişand ser şîddet û qirkirina li dijî jinê û ev xusûs anîn ziman: "Ev kuştin, kuştina jinê ye. Qirkirina jinê qirkirina civakê ye. Bedena me, nasnameya me û çanda me, ya me ye. Mafê tu erkê nîn e ku berevajî van biryarekê bide. Ji ber vê sedemê em tevayî mekanîzmayên rêxistinkirî û kesên wek şexs qirkirina jinê red dikin dawetî xwedîderketina li vê dozê dikin."