Kurdistaniya bi navê Cennet Bal li Swîsreyê koça dawî kir

Cennet Bal ku ji sala 1990'î ve li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê dima û di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û têkoşîna jinê de kedeke xwe ya zêde hebû, ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê 10'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêza Kurd Cennet Bal ku ji sala 1990'î ve li bajarê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê dima û di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna jinê de xwedî rol û kedeke mezin bû, ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Cennet Bal ku sala 1962'an ji dayik bû û dayika 3 zarokan bû, ji gundê Gozpinar ê navçeya Elbistanê ya Mereşê ji ber zexta dewletê neçar mabû ku koçî Swîsreyê bike.

Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) û Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S) têkildarî wefata Cennet Bal daxuyanî dan û wiha gotin, "Wê ji azadiyê bawer dikir. Têkoşîna xwe ji bo azadiyê bû, di azadiyê de israr kir. Bila serê gelê Kurd, malbat û hezkiriyên wê sax be."

Cenazeyê Cennet Bal wê 14'ê Çileyê roja Pêncşemê saet di 12:00 de li Lenzbûrgê bi merasîmekê bê veşartin.