Kujerê Nazliye Sîncar li Zaxo ye
Kujerê Nazliye Sîncar li Zaxo ye
Kujerê Nazliye Sîncar li Zaxo ye
Derket holê, kujerê endama Meclîsa Jinê ya Kuçukçekmece û aktîvîsta DOKH'ê Nazliye Sîncar hevserê wê yê berê Şeyhzeydan Harman li navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ye.
Der heqê mijarê de keça Nazliye Sîncar Sûltan Şenol agahî da ANF'ê û ragihand ku xizmên wan ên di navbera Nisêbîn-Başûrê Kurdistanê de ajokariyê dikin diyar kirine ku wan beriya niha bi meh û nîvekê gelek caran kujer li sûka Zaxo dîtine. Senol anî ziman ku di vê rewşê de êdî ti hêviya wan nemaye.
Nazliye Sîncar a 64 salî ya li taxa Kanarya rûdinişt, dema xwe amade dikir biçe Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Kadikoyê, ji aliyê hevserê xwe yê berê Şeyhzeydan Harman ve bi çekê hatibû qetilkirin. Li gorî şahidan li cihê bûyerê nêzî 30 polîsên sivîl hebûn û li gel vê jî kujer Harman bi hêsanî reviyabû. Di otopsiya li Saziya Tipa Edlî de jî derketibû holê ku li aliyê çepê yê sînga Sîncar 5 fîşek ketiye.
KOMÎSER MUKUR HAT: "DEMA ME DÎT BDP'Ê XWEDÎ LÊ DERKET, ME PAŞVE GAV AVÊT"
Sûltan Şenol anî ziman ku li dû mirina dayika wê, ji qereqol heta walîtiyê wan serî li her saziyên pêwendîdar dane û got, "Heman piştî qetilkirina dayika min, ji bo der heqê aqûbeta kujer de agahiyan bistînin, em çûn Navenda Polîsan a Kanarya. Li wê derê komîserekî bi simbêl li xwe mukur hat ku wan li bûyera kuştinê nepirsîne. Komîser diyar kir ku ji bo wergirtina wêneyê dayika min ew hatin mizgefta cenaze lê bû, lê belê gava dîtin ku BDP xwedî li vî karî derdikeve, wan paşve gav avêtine. Ev bersiv ji xwe mînakek berçav a nêzîkatiya wan li bûyera kuştinê ye."
JI DAXWAZA PARASTINÊ RE HÎNÊ BERSIV NÎNE
Şenol da xuyakirin ku ji ber ewlekariya jiyana wan nîne, wan ji bo parastinê serî li Walîtiya Stenbolê dane û anî ziman ku Walîtiyê û Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ew şandine navnîşanên din û ev daxwaza me ji nedîtî ve hatine. Şenol got, "Bi vî rengî em li 10 navnîşanan geriyan, lê belê hînê parêzvan ji me re nehatiye dayîn."
Şenol ragihand ku xizmên wan ên di navbera Nisêbîn-Zaxo de ajokariyê dikin anîne ziman ku wan beriya meh û nîvekê kujer li sûka Zaxo dîtine û got, "Kujerê ku di 1'ê Îlonê de diya min qetil kir hem di 4'ê Îlonê de hem jî beriya 10 rojan li sûka Zaxoyê dîtine. Ewçend hêsanî digere."
ÊDÎ HÊVIYA MIN NEMA
Şenol ragihand ku li gorî îdîayekê kujer hatiye binçavkirin û dûre serbest hatiye berdan. Şenol diyar kir ku eger kujerek ewçend bi hêsanî derbasî welatekî din dibe, hingî dibe ku ev îdîa rast be. Şenol da xuyakirin ku ti hêviya wan a ji bo girtina Harman nemaye û got, "Li welatekî ku kujer lê nayê darizandin, bendemayîna li edaletê safîtî ye. Gelek caran em ji çapemeniyê re axivîn, lê belê heta niha tiştek nehat kirin."