Koordînasyona KJA ya Rihayê alîkarî da qadên xwerêveberiyê
Alîkariya ku Koordînasyona KJA ya Bajarê Rihayê ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê kom kirin, ji bo bigihêje qadan ber bi Amedê ve ket rê.
Alîkariya ku Koordînasyona KJA ya Bajarê Rihayê ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê kom kirin, ji bo bigihêje qadan ber bi Amedê ve ket rê.
Kongreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya kampanya “Ez xwedî li Rêbertî, ax, azadiya xwe derdikevin” de li Alîgor û Pirsûsê alîkarî kom kirin û ber bi qadên xwerêveberiyê ve şandin.
Di pêşengiya KJA de Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Bajarê Rihayê xurak, cil, betaniye û amûrên jiyanî kom kirin û ji bo Yekgirtina Şaredariyan a GAP’ê ya Amedê re şandin.
Rêvebera DBP’a Rihayê Gulse Koçtû anî ziman ku alîkarî bi gelê Pirsûsê re berhev kirine û wiha dewam kir; “Me dixwest ku di rojên hê xweştir de xwe bigihînin hevalên xwe yên jin ên li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê. Lewre jî em hemû xemgîn in. Bajar û mal hatin hilweşandin. Lewma jî em ê bi vê armancê komkirina alîkariyan bidomînin.”