Konseya Jinê ya TŞYG: Em ê bibin kabûsê AKP a faşîst

Konseya Jinê ya TŞYG'ê got, "Weke Jinên Berxwedêr ên Yekbûyî, em ê li dijî AKP a faşîst mêtînger û tecawizkar, her tim bibin kabûs. Em ê hesabê êrîşên li dijî jinan bipirsin."

Konseya Jinê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) vîna serketinê ya têkoşîna azadiyê ya jinê, ku qanûna destavêtinê ya AKP'ê da vekişandin, bi coş silav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ev destketî wê ne ya ewilî ne jî ya dawiyê be û hat gotin, "Biryarên Rewşa Awarte yên faşîzmê, li pêşberî vîna me ya çalakiyan a bi hêrsa li dijî faşîzmê û li pêşberî hişmendiya me ya zayendî, bê biryar man û têk çûn. Dewleta faşîst a ku li pêşberî îsyana jinê paş ve gav avêt, eger firsendekê bibîne wê careke din hewl bide vê pêşnûmeyê bike qanûn. Divê tevgera me ya jinê ji aliyê polîtîk ve her tim hişyar be û çalakiyên xwe bidomîne, xwedî li destketiyên xwe derkeve. Lazim e em ji niha û pê ve, bi hêza ji vê destketiyê wergirtî, hê bêhtir AKP a faşîst têk bibin û dest bi pêvajoya çalakiyên ku dîktatoriya qesrê hilweşîne, bikin.

Girîng e hemû zextên faşîst ên li ser sîstema me ya hevserokatiyê, vîna jinê, nûner û saziyên jinan, bên şikandin. Berî ku êrîşên nû werin kriin û dest dirêjî can, beden û rûmeta jinê bibe, lazim e jin van êrîşan bişikîne. Ev yek di heman demê de gava têkbirina faşîzmê ji aliyê jinê ve ye. Di vê demê de ku bi rengekî vekirî faşîzm li ser kar e, pêwîstem em di xeta çalakiyan de bimeşin. Di serî de taxên şoreşger lê serdest in, li hemû navendên şoreş lê rêxistinbûyî ye, divê çalakiyên mîlîsan û şîdeta şoreşgerî werin kirin. Em dizanin; heta ku em îro hilneweşînin, em ê nikaribin siberojên azad ava bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li dijî êrîşên faşîst û polîtîkayên dagirkeriyê yên li ser Şoreşa Rojava û Şengalê, divê jinên TŞYG'î li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên xurt pêk bînin û planên dijmin pûç bikin."