Kongra Star rojbûna Ocalan pîroz kir

Koordînasyoan Kongra Star a ji bo 4’ê Nîsanê peyemek belav kir got:“Rojbûna 71’an a Rêber Apo ku di şexsê xwe de mirovê azad û zilamê azad afirandiye, 4'ê Nîsanê diyarî dayik û jinan hatiye kirin, divê em di vê pêvajoyê de bi awayekî rast watedar bikin."

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye: “Rojbûna serokê konfederalîzma demokratîk li hemû gelên cîhanê pîroz be! Rojbûna Rêber Apo ku di heman demê de wek rojbûna jina azad û mirovên azad e, li hemû jinan jî pîroz be. Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn gelek mînakên ku bi zayîna xwe di jiyana mirovan û çandan de mîlad afirandine, hene. Lê Rêber Apo, bi wateya ku daye jiyana xwe, civak û erdnîgariya ku lê hatiye dinê, bûye yekbûna van tevahî mîladan. Jixwe paradîgmaya şaristaniya demokratîk ku wek zayîna xwe sêyemîn bi nav dike, li hemberî krîzên kûr yên sedsala 21’an ku em pê re rû bi rû dimînin, ji bo hemû mirovahiyê, gelan, jinan û hemû bindestan ji bo zayîneke nû û watedayîna hebûna xwe jî bingehekê diafirîne.

Ji ber vê yekê di vê dema Koronavîrusê ya têper de ku ev nêzî 3 meh e hemû cîhan pê re rû bi rû ye, watedayîna rojbûna rêber Apo girîng e. Rêber Apo berî vê bi salan, pergala kapîtalîst rexne kiribû û rexnedayîna hêzên demokratîk û şoreşger ku li hemberî vê pergalê altenatîf neafirandine, dabû. Taybetmendiya aqilê însan ê analîtîk ku sînoran nas nake, yek ji sedema bingehîn ya vê qeyrana îro ye. Rêber Apo bal kişandiye ser vê heqîqetê û destnîşan kiriye ku însan bi parastina hevsengiya di navbera aqilê hestyarî û aqilê analîtîk de dikare jiyanê bike weke bihûştê. Di vê çarçoveyê de dixwaze ji me hemûyan re vê heqîqetê nîşan bide ku afirandina civaka exlaqî û polîtîk wê gelan bigihîne aramî û kêfxweşiya ku taybetmendiya civakî ya bingehîn e.

Li gorî vê yekê em jî ji bo seferberiyê bang li hemû gelê xwe dikin ku di navbera 4 û 11´ê Nîsanê de felsefeya însanê azad, projeyên fikr û jiyana demokratîk parve bikin û bînin ziman. Di serî de jin û ciwan hemû kesên ku baweriya wan bi felsefeya rêber Apo heye, bi her zimanî û li her derê ku lê ne, divê şaristaniya demokratîk ku felsefeya jiyan û zayîna mirovahiya sedsala 21´emîn e şîrovê bikin, bidin nasîn û belav bikin. Bi vê yekê em karibin li her dera cîhanê hemû gelan ji bo bidawîbûna tecrîd û dîlgirtina li ser Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe, hişyar bikin, bixin nav tevgerê. Di vê demê de ku hemû cîhan bi nexweşiya têper a Koronavîrusê re rû bi rû ye, em ji bo balê bikişînin ser şert û mercên Rêber Apo û girtiyên siyasî û xetereya ku tê de ne, çalakiyên hişyariyê bi pêş bixin.

Rojbûna 71’emîn a Rêber Apo ku di şexsê xwe de mirovê azad û zilamê azad afirandiye û 4´ê Nîsanê diyarî dayik û jinan hatiye kirin, divê em di vê pêvajoyê de bi awayekî rast watedar bikin. Ev aloziya vîrusê ku hemû cîhan li hemberî vê bêçarebûneke mezin dijî, em dikarin di çarçoveya manîfestoyên şaristaniya demokratîk ya rêber Apo de rast fêm bikin. Di vê çarçoveyê de di serî de ji bo gelên me yên Bakûr û Rojhilatê Sûrî û hemû jin û ciwanan re, ji bo hemû gelê Kurdistanê banga me ew e ku îsal em berhemên Rêber Apo ji hemû deman hîn zêdetir û hîn hêztir bixwînin û fêm bikin. Bi taybet jî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ya Rêber Apo a ji penc pirtûkan pêk tê, em bi her zimanî bixwînîn û bidin xwendin. Her weha fikr û nêrînên Rêber Apo bi gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê re, di serî de li ser tevna civakî bi gelek rê û rêbazan parvebikin. Di van rojên ku ji ber vîrusa koronayê em nikarin pîrozbahiyên girseyî bikin, em bang li gelê xwe dikin ku li gorî wateya vê rojê li her cihên ku lê ne li gorî derfetan dar û kulîlkan biçînin û bi dirûşmeya “Em di hêşînkirina jiyana azad de bi israr in” 4´ê Nîsanê pîroz bikin. Di vê dema ku vê dinyayê dixwazin bikin qurbanê felsefeya têgihiştina serdestiya zilam ya ‘bimre û bikuje’ û li hemberî qeyrana pergala kapîtalîzmê ku bi vîrusa koronayê eşkere bûye, em israr û biryardariya têkoşîna xwe ya ji bo felsefeya Rêber Apo a ‘bijî û bide jiyîn’ bi hêz bikin. Em vê pêvajoya qeyranê ya li ser me ferz kirine, bikin firsendek. Bi vê yekê li hemberî pergala kapîtalîst a nexweş, jiyana azad a alternatîf û exlaq, polîtîka û çanda wê ya entellektuel a vê şoreşê hîn rast destnîşan bikin û van bi ser bixin.

Di vê çarçoveyê de di şexsê Serok Apo de em zayîna mirovê azad, civaka azad, jina azad û zilamê azad di serî de li Rêber Apo; li hemû dayikan, jinan û gelan pîroz dikin. Bi zanistiya ku her 4´ê Nîsanê zayîna hêviyên mezin ji nû ve şîn dike, hemû kesên ku ji bo cîhaneke azad, aram ku mirov bikare lê bijî, tê dikoşin, bi rêzdarî silavên xwe lê dikin.”