Kongreya Starê 15'ê Tebaxê pîroz kir

Kongreya Starê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, ''Gelê Kurd kefenê xwe çirand û jiyaneke nû afirand''.

Kongreya Starê daxuyaniyeke niviskî da û got,''Di şexsê Fermandar Egîd de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên me , gelê me û hemû gelên dilxwazê azadiy3e pîroz dikin.''

'JI HEMÛ CÎHANÊ RE BÛNE HÊVÎ'

Kongreya Star got guleya pêşî ya ji hêla Fermandar Egîd ve hatiye avêtin, ''di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vekiriye. Gelê Kurd kefen çirandiye û jiyaneke nû afirandiye. Bi hezaran jin û mêrên ciwan berê xwe dane qadên azadiyê û li cîhanê çi kesên ku têdikoşin ji wan re bûne hêvî. Bûne qêrîna jiyaneke dadmend, wekhevîxwaz, azad û birûmet. Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya şervanên lehegn û jinên azad bûne pêşengên civakeke azad û demokratîk.''

Îro li Heftanînê di şexsê Şehîd Esmer û Şehîd Nûcan de dastanên nû têne nivîsîn. Dîroka zêrîn bêhtir zengîn dikin û bi gelên berxwedêr ên herêmê re dibine yek û faşîzm hildiweşe.

Em careke dî pêngava 15'ê Tebaxê pîroz dikin û dibêjin serfirazî wê ya gelên berxwedêr be.''