Kongreya Star: Zîlan rê li pêşiya jina azad vekir

Koordînasyona Kongreya Star di salvegera 25`emîn a şehadeta Zîlanê de, bi daxuyaniyekê piştrast kir ku şehîd Zîlan rê li pêşiya azadiya jinê vekir û got: "Şehîd Zîlan peyamek da dijminê gelê Kurd ku Kurd ji komplo û êrîşan re tesîlm nabin."

Di salvegera 25’an a çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci (Zîlan) Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku rola xwe ya pêşengtî di şoreşê de pêk bînin da ku karibin civakeke azad û demokratîk ava bikin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

"Şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) ji herêma Melatiya ye. Di sala 1972`an de jidayikbûye û zanîngeha Înonû beşa derûnasî xwendiye. Bi îradeya xwe tevlî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û bû yek ji pêşengên wê. Di sala 1996`an de tevger, fermandarî û gelê me rastî xeteriyeke mezin hat lê şehîd Zîlan beriya her kesî xeterî dît û li hember wê sekinî.

Di sala 1996`an de di rewşên zehmet de rêheval Zîlan îmzeya xwe di dîroka têkoşîna tevgerê de bi rêya çalakiya xwe ya fedayî, hişt. Çalakiya fedayî pêk anî da ku miqdarê xeteriyên ku rastî rêbertî, tevger û gelê me tê were naskirin. Bi rêya vê çalakiya fedayî pêngaveke nû ji têkoşîna ji bo rizgariya Kurdistan û têkoşîna ji bo azadiya jin destpê kir. Bi vê boneyê em hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîr tînin.

Rêheval Zîlan di 30`ê Hezîrana 1996`an de cara yekemîn di dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de û di yek ji navendên dijmin de li bajarê Dersimê çalakiya fedayî pêk anî.

Şehîd Zîlan di nameya xwe ya ji rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan û ji raya giştî û şoreşgerî re beriya ku çalakiya xwe pêk bîne de wiha nivîsî:

'Girêdana min bi jiyanê ve girêdaneke mînak e. Ji ber wê dixwazim bibin xwediya mezintirîn çalakî û jiyana bi wateyeke mezin. Têkoşîna rizgariya Kurdistanê bi serkêşiya Rêber Apo wê di demeke nêz de bi ser bikeve. Gelê min ê bindest wê cihê xwe di nava malbata mirovahiyê de bigre. Li ser vî esasî ez dixwazim girêdana xwe bi rêbertî, şehîdên Kurdistanê, hemû gerîla û rêhevalên di zindanan de, gelê Kurdistanê û tevahî mirovahiyê re diyar bikim. Ez soz didim ku ezê bixebitim da ku layiqa şerefa nûnertiya wan bim.'

Em piştrast dikin ku şehîd Zîlan rê li pêşiya azadiya jin vekir û ew li cewherê wê yê rast vegerand ku di nava serdemên berê de jê dûr ma bû. Çalakiya wê peyam da dijminê gelê Kurd ku Kurd ji komplo û êrîşan re teslîm nabin. Jina Kurd ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew dikare li hember çi gefên li dijî hebûna gelê Kurd bisekinin û mînaka wê jî şehîd Zîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr ku ji bo berdewamiya berxwedanê berdêlên mezin dan.

Divê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe ya pêşengtî di şoreşê de bilîzin da ku em karibin civakeke azad û demokratîk ava bikin. Em bang li jin, ciwan, gel û dostên xwe dikin ku li derdora berxwedana lehengên me li çiyayên azad kom bibin û destekê bidin wan, het wiha têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin."