Kongreya Star ji bo jinên Efrînî banga kir
Rêxistina Kongreya Star a Efrînê, êrîşên artêş û çeteyên dagirker ên Tirk ên li dijî jinên Efrînê şermezar kir û bang li hemû jinên li gelemperiya cîhanê kir ku ji bo jinên Efrînê serî hildin.
Rêxistina Kongreya Star a Efrînê, êrîşên artêş û çeteyên dagirker ên Tirk ên li dijî jinên Efrînê şermezar kir û bang li hemû jinên li gelemperiya cîhanê kir ku ji bo jinên Efrînê serî hildin.
Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrîn bi dirûşma "Jin ji bo Efrînê serî hildin" li kampa "Serdemê" ya li gundê Sosîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê civînek organîze kir. Endama Rêveberiya Kongrya Star Hevîn Silêman di dema civînê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Buyerên ku li Efrînê rû didin, ne tiştekî nû ye, ji ber ku dîroka komployên navdewletî yên li dijî Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li dijî gelê Kurd xwe dubare dikin. Êrîşên faşîzma Tirk ên li ser gelê Efrînê bi armanca asîmîlekirina gelê Kurd delîlê vê yekê ye.
Bi navê dewleta Tirk şerê gelê Kurd kirin. Lê li dû vî şerî dewletên cîhanî hene ku li dijî gelê Efrînê plan kirine. Tirkiye demografiya herêmê diguhere, gelê Efrînê koçber dike û niştecihên ji Xûtayê li şûna wan bi cih dikin. Weke tê zanîn, Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyeyê koçberên ji hemû pêkhateyên Sûriyê yên ji ber hovîtiya terorîstan mîna DAIŞ û hwd. reviyan, hembêz kir.
Berxwedana gel, di serî de berxwedana jinên Efrînê planên komplogeran pûç kir. Ji ber ku bingeha şoreşa Rojava ye û şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li ser vê yekê dijmin di serî de jin kir hedefa xwe. Şehadeta Barîn Kobanê delîla vê rastiyê ye. Niha jî dest diavêjin jinan, heqaretê li wan dikin, rûmeta wan tên binpêkirin çandeke xerîb li wan tê ferzkirin. Demografiya Efrînê didin guhertin û şêniyên wê neçar dikin ku mal û milkên xwe bifroşin. Kiryarên bi vî rengî beriya niha li dijî jinên Şengalê û Şehbayê jî hatibûn kirin.
Niha kiryarên wan ên qirêj ên li dijî jinên Efrînê dubare dibin, lê berxwedana jinan planên wan têk bir. Mînakên vê yekê, Berxwedana Şehîd Avesta Xabûr û gelek şehîdên din e ku bê teredût li ber xwe dan da ji bo nehêlin Tirkiye derbasî Efrîn bibe. Madem bi sedan jinên Efrînê şopdarên xeta Avesta û Barîn in, wê dagirkeriya Tirkiye rehet nebe.
Gelê Efrînê li Şehbayê xwe bi rêxistin kiriye. Madem îradeyeke ji pola heye, Efrîn wê bi serkeve, ji ber ku xeta Rêber Abdullah Ocalan tê meşadin.
Wekî Kongreya Star bêdengiya li hemberî kiryarên destdirêjiya li ser jinên Efrînê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirina jinên Efrînî serî hildin."