Kongreya Star: Em ê bi hemû pêkhateyan ve destkeftiyên şoreşê biparêzin

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava 8’emîna salvegera Şoreşa Rojava li hemû gelan pîroz kir diyar kir ku wê bi hemû pêkhateyan çi Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî-Sûriyan destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê peyameke ya pîrozbahiyê da. Koordînsayonê got: “Bakur û Rojhilatê Suriyê bûn temsîla welatparêzî û vîna Gelên bi rêxistinkirî. Em divê vê rastiyê jibîrnekin û bi wesîleya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehêdivê ji her wextî zêdetir xwêdî li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşa demokratîk derbikevin û biparêzin. Eger em deskeftiyên şoreşa xwe neparêzin em ê bi dagirkeriya desthilatdarên re rû bi rû bimînin.”

Peyama Koordînasyona Kongeya Star a Rojava wiha ye:

“Salvegera 19’ê Tîrmehê Li Hemû Gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Pîroz be!

Silav ji bo hemû gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyê yên şerker, xebatkar, berxwedêr, kedkar û têkoşer re! Silav ji bo pêkhateyên ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên  li hemberî zilma desthilatdarên faşîst û hovane bi lehengî şer dikin re!

Ev salvegera roja pîroz û dîroka giranbuha di serî de li Rêber Apo pîroz dikin û ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi temamî bêrakirin; em ê her rojekî bikin şoreş û erkên xwe yên ji nû ve avakirina civaka azad pêk bînin. Di heman demê de,hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şehîdên ,ji nû ve avakirina netewa demokratîk bibîr tînin û heybeta vê rojê diyarî wan dikin.

Çiqasî çav û guh bên girtin jî ev berxwedana bê hempa ya şoreşa felsefeya azadiyê xwe di dîroka şoreşa Gelên azad de dineqişîne.

Em gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nava êrîşên dagirkerên  hovane de, bi têkoşînek bê hempa derbaz dikin. Îro banga gelên azad û berxwedêr, ji axa Mezopotamya bi dengek bilind û bi hêz digihîjen gelên cîhanê. Em dest didin hev û dîlana xwe ya Şoreşa 19’ê Trmehê îro li derdora felsefe û fikra azad a delal û xweşik a Rêber Apo digerînin.

Bakur û Rojhilatê Suriyê bûn temsîla welatparêzî û vîna Gelên bi rêxistinkirî. Em divê vê rastiyê jibîrnekin û bi wesîleya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehêdivê ji her wextî zêdetir xwêdî li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşa demokratîk derbikevin û biparêzin. Eger em deskeftiyên şoreşa xwe neparêzin em ê bi dagirkeriya desthilatdarên re rû bi rû bimînin.

Ji bo li dijî dagirkeriyê,  şîdet û zilma li ser gelên bindest bisekinin, divê em guhertina civakî û zihnî ve parastina cewherî avabikin; ji bo em xwe biparêzin  divê em erkên xwe yên şerê gelên şoreşgeriyê pêk bînin. Ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk jî divê em siyaseta demokratik bikarbînin û her kesî rêxistin bikin!

Ev heşt sal in ku bi hemû pêkhateyan re li ser xaka Bakurê Rojhilatê sûriyê jiyaneke komînal tê jiyîn. Heta ji destê civakê bê wê xaka sîstema netewa demokratik ji dagirkerî û mêtingeriya desthilatdariyê re nehêlin. Dîsa ji aliyê gelên demokratîk, gelên şoreşger û civaka demokratîk, wê hemû destkeftiyên şoreşa gelên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û dest ji jiyana azad bernedin.

Ji bo wê jî em  bang li hemû cihanê û raya giştî dikin û dibêjin;  li hemberî  zilm, zor û dagirkeriyê bêdeng nemînin û li dijî kuştin, qetlîam, xwînrijandin û şerê berjewendiyên hêzên hegomonîk ên navdewletî bisekinin û dengê xwe bi hev re bilind bikin. Em ê heya dawiyê li ser esasê parastina cewherî civaka xwe, axa xwe û şoreşa xwe biparêzin.

Ev dagirkerî û zilma ku li ser gelên bindest tê bikaranîn, em  şermezar dikin û weke Gelên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriya demkratîk li hemberî zilma dagirkerî û dagirkeriyê disekinin û wê hewildanên me yên demokratîk wek bersivên pêwîst ên li gor ruhê demê bêne nîşandan. Wê tu êrîş û dagirkeriya li ser gelên bindest bê bersiv nemînin!”