Kongreya Star daxwaz kir ku qatil bên cezakirin

Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina jinan şermezar kir û diyar kir ku divê qatil di asta herî jor de bê cezakirin.

Koordînasyona Kongreya Star a li Bakur û Rojhilata Sûriyê derbarê qetilkirina Eyde El-Hemûdî El-Seîdo û Aye Mihemd El-Xilêf ji aliyê malbatên wan ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Kongreya Star qetilkirina jinan di bin her navî de red kir, her wiha qetilkirina her du zarokan li bajarê Hesekê şermezar kir.

Koordînasyona Kongreya Star bang kir ku cezayên herî giran bidin her kesî ku bi van sûcan pêk tînin û diyar kir ku wê xeta tekoşîna jinan a ji bo bi destxistina maf û azadiyê bidome.

Her wiha diyar kir ku cûreyên şidetê li dijî jinan û hedefgirtina wan hîn jî hene û sûc bi binpêkirina rêgezên welehî û mirovahiyêyên tevahî ferdên civakê bi taybet jinan bi nav kir.

Kordînasyona Kongreya di daxuyaniyê de got: "Di serî de, em ê asta tekoşîna xwe bilind bikin, em dibêjin ji tundiya li ser jinan re na û soz didin ku em ê tekoşîna li dijî vê zihniyeta baviksalarî ya paşverû asta têkoşînê bilind bikin . Ji bo rakirina neheqiya li dijî jinan, pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê em hemû beşên civakê hişyar bikin. Em siyasetên sîstematîk ku hewl didin destkeftiyên di şoreşa me de hatine bidestxistin têk bibin û vîna jinan bişkînin ên ku di guhertin û pêşketin û pêkanîna edalet, azadî û wekheviyê di nav civakê de, şermezar dikin.

Em bi maf û azadiya jinan û tekoşîna wan bawer in, em vê zihniyeta ku di serî de ji bo qetilkirina jinan di warê psîkolojîk û fîzîkî de û bêparkirina ji mafên wan bêyî lêgerîna li çareseriyên ku sûdê didin civakê, red dikin. Ji bo sînorkirina van bûyeran û misogerkirina mafên jinan, di 2014'an de qanûnek taybet ji bo jinan hatin derxistin, ku di bendên wê de sûcdarên ku bi navê şerfê sûcan li dijî jinan dikin, ceza dike. Her wiha dê ji bo wan kesên ku vî karî radibin cezayên giran li dijî wan were birîn."