BI DÎMEN

Kongra Star kiryarên HTŞ'ê yên li dijî jinan şermezar kir

Kongra Star bang li hemû jinên cihanê kir û got ku “divê jin li hemberî komkujiyan deng û têkoşîna xwe bilindtir bike.”

Kongra Star ji bo şermezarkirina kiryarên HTŞ‘ê yên li ser jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate xwendin. Bi dehan sazî û rêxistina jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî Erebî û Kurdî hat xwendin. Kurmanciya daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Meclisa Kongra Star a kantona Cizîrê Îbtîsam El Hisên ve hate xwendin.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

‘KUŞTINA JINAN Û HEMÛ SIVÎLAN LI DIJÎ EXLAQÊ YE’

“Ev çend roj in ji aliyê HTŞ’ê ve li bajarên Sûriyê yên wekî Lazkiyê, Hûmûs û Tartûsê li ser gelê Elewî komkujî tên kirin. Jin û zarok bi nêzîkatiyekî dermirovî tên revandin û firotin. Do meha Remezanê de pêkanîna van kiryaran nîşan dide ku yên van kiryaran pêk tînîn çiqas bêexlaq in. 

Ev komkujî û pêkanên ku li ser welatiyên Suriyê têne ferzkirin rastiya komên çete û cihadîst radixe berçavan. Gelek zarok, jin, îxtîyar û mirovên sîvîl tên kuştin. Bi çi sedemê dibe bila bibe, komkujiya sîvîlan rewa nîne û em vê yekê napejirînin.

‘EM BÊDENGIYA QADÊN NAVNETEWÎ ŞEREMEZAR DIKIN’

Divê li hemberî van sûcên mirovahiyê bêdengiya rayagiştî ya navnetewî û Neteweyên Yekbûyî neye qebûlkirin. Pêwîste demildest li hemberî van komkujiyan û nêzîkatiya olperestiyê helwest bê girtin û pêşî lê were girtin. Ev kiryarên hovanê hemû rastî û rûyê rast a rêveberiya Şamê raber dike.

Ji bo vê divê pêwîste hemû hêzên demokratîk, rayagiştî ya navnetewî, sazî û rêxistinên cihanê bêdengiya xera bike û helwesta mirovî raber bike. Rêveberiya Şamê ji ber ku dijminê baweriyên cuda ye, nikare ji gelên Suriyê re pêşerojekê wekhev û azad ava bike. Di vê dema pîrozbahiyên bihara jinan de û ji ber banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ em wek meclîsa tevgera Kongra Star a Bakur Rojhilatê Sûriyê van pêkanînên ku li ser gelê Elewî û jinan tê ferzkirin bi tu awayî qebûl nakin û nêzikatiya vê hişmendiyê şermezar dikin. 

Wek Kongra Star bang li hemû jinên cihanê dikin û dibêjin, li hemberî van konkujiyan pêwîste em deng û têkoşîna bilindtir bikin. Em bi hêz û aqlê jinê ve li hemberî vî zihniyeta kirêt banga berxwedanê dikin. Her wiha divê em hemû jinên Sûriyê reng û denge xwe bikin yek û van komkujiyan bidin rawestandin. Dem dema dengê xwe bilindkirin û xwe rêxistinkirinê ye.”