Kongra Star: Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşve gavê neavêjin

Kongra Star endama rêveberiya Civata Jinê ya Zenûbiyayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed bi bîr anî û got, "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkoşîna rewa paşve gavê neavêjin."

Bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û parastina wê ji hilweşînê, duh bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Firatê çûn bendavê. Dewleta Tirk li dijî karwanê sivîlan êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de tevî rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed, 3 kes şehîd bûn û 15 kes birîndar bûn.

Der barê mijarê de Kongra Star daxuyaniyek3 nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek binpêkirineke mezin li nirxên mirovahiyê hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Kerem rêvebereke sereke di Kombûna Jinan a Zenûbiya de bû û bû sembola têkoşîna azadiya jinan û mafên wan. Hate diyarkirin ku şehîd Kerem kesayetek wisa bû ku hewl dida civakeke demokratîk, adilane û wekhev ava bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qetilkirina Kerem sûcek dijmirovî ye û sûcek li dijî nirxên azadiyê ye. Her wiha wekî hewldaneke ji bo bêdengkirina jinên têkoşer hat wesifandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan rê ji Tirkiyeyê re vekirî dihêle ku sûc û siyasetên xwe yên çewsîner bidomîne, ev jî wê bandorên xetere li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêbike."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û dimildest sûcên Tirkiye yên li dijî jin û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, der barê van sûcan de lêpirsînekê vekin, berpirsên sûcan sewqî edaletê bikin û cezayan li Tirkiye bibirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em teqez dikin ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkoşîna xwe ya rewa ya ji bo azadî û rûmetê gavan paşde naavêjin. Kerem nayê jibîrkirin. Kerem sembola têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê ye."