Kongra Star: Êrîşa li ser Hozat êrîşa li ser hemû jinan e

Kongra Star a Efrîn û Şehba bêhurmetiya Qenala K24 li hember Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat şermezar kir.

Kongra Star a Efrîn û Şehba bêhurmetiya Qenala K24 li hember Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat şermezar kir û destnîşan kir ku ger ziman dirêjî li ser keseyata jina Kurd çêbibe wê têkoşînke cuda li dijî wê bê rawestandin.

Daxuyanî li kampa Berxwedan a Şehbayê, bi zimanê Kurdî ji aliya endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Nûrşen Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Êdî tê tê zanîn ku em weke gelên Rojhilata Navîn bi giştî û gelên Mezopotamya û Kurdistanê bi taybet, di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de dijîn. Pêvejoya ku em têde dijîn, pêvejoya hebûn û tunebûnê ye. Hêzên dijberî demokrasî û azadiyê û di serî de dewleta Tırk a faşîst êrêşî deskeftiyên gelê me dikin û hewl didin ku nirxên şoreşa civakî û fikrî ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rê ve dibe têk bibin.

Me hemûyan dît ku berî çend rojan Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê rêhevala zana û şervana rûmetdar Besê Hozat nirxandinek giştî li ser rewşa Kurdistan û Rojhilata navîn dikir. Lê belê dewleta Tirk û hikumeta herêmê ev tişt hezim nekirin û êrîşeke ragihandinê li ser kenala K24 a ku bi zimanê Kurdî nûçeyên dûrî rastiyê diweşînin û ji aliyê partiya Barzanî ve tê fînansekirin dan meşandin. Keseyatekî ku ti erka wî ya siyasî nîne kirin mêvanê bernemeya xwe ku ev keseyat bi xiyaneta gelê Kurd û sîxûriya li gel MÎT’a Tirkiyê tê nasîn. Vî zilamî bêrûmetiyeke mezin li ser kesayata Hozat kir û gotinên dervayî sînorên exlaqî bilêv kirin ku ji pîvvanên pêşeyî yên ragihandina azad re nayêkirin bikar anî. Di vir de pir zelal e ku vê kenalê ev zilam kiriye mêvanê xwe tenê ji bo rêveberên tevgera azadiyê teşhîr bike û rastiya berovajî bike derdixin ser ekranan.

Gotinên wî zilamî yên derexlaqî û mentiqê wî yê zihniyata paşverû dide nîşandan ku jin tenê weke beden dibîne û çi nirxê nade jiyanê. Di dema ku hemû cîhan şehîdê lehengiya jinên Kurd bûye ku ketine dîrokê û bûne nimûne ji tevahî jinên cîhanê re bikaraîna van gotinan ne hema ji rêzê ye.

Li ser vê bingehê, em endamên Kongra Star a herêma Efrîn û Şehba, bi hemû hêza xwe vê siyasetê kirêt a ku îstîxbarata Tirkiyê û hikûmeta herêmê bi rê ve dibin şermezar dikin. Em dizanin ku ev siyaset bi awayekî rasterast nirxên şoreşa zîhnî ya bi pêşengtiya jina Kurd li gel jinên pêkhateya Ereb, Suryan,Tirkman, Ermen û Aşûr dikin hedef. Em helwesta xwe ya girêdayî rêgezên xwe yên sekna jina azad nîşan didin ku ti carî em bêrûmetiyê ji zilamê kilasîk û paşverû yê ku nûnertiya sîstema çîna baviksalarî dike napejrînin û xiyaneta li hember gelê me û sîxûrtiya li gel dijmin riswa dikin.

Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku şervanên me yên rêzdar mîrasa şehîdên azadiyê yên mîna Zîlan, Bêrîtan, Arîn û Avêsta yên ku bi xwîna xwe xaka vî welatî avdane diapêzin, dest û zimanê ku li ser wan dirêj bibe em ê bi hemû cûreyî li dijî wan têkoşînê bikin û bisekinin ta ku em cîhanê ji terora wan û dijmanahiya wan ya nirx û exlaqên civakî xilas bikin.”