Konca: Yên Qesrê û AKP'ê qels bikin, jin in

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca li ser kampanya xwe ya bi navê "Em jin li dijî Rewşa Awarte li ber xwe didin" axivî û destnîşan kir, ku yên AKP/Qesrê qels bikin, jin in.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li dijî Rewşa Awarte û desteserkirina bi neheqî ya bi biryarnameyan, dest bi kampanya "Em jin li dijî Rewşa Awarte li ber xwe didin" kirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca li ser kampanyayê axivî û diyar kir, kampanya ji bo têkoşîna jinê gaveke cuda ye. Konca berxwedana jinan a li dijî qanûna rewakirina destavêtinê û berxwedana 25'ê Mijdarê bibîr xist û got, "Di Rewşa Awarte de lazim e jin her roj vê berxwedanê nîşan bidin. Rastiya Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatoriyê li ber xwe dan, îro li vê derê her roj der dibe."

Konca bal kişand ser hewldanên tinekirina mafên jinan ên hatine bidestxistin û anî ziman, bi biryarnameyên di hukmê qanûnî de, ne tenê bindest, lê hemû beşên civakê dibin hedefa êrîşan. 

Konca destnîşan kir, ku AKP li dijî demokrasiyê ye û got, "AKP li ber tevahiya civakê rabû. Piştî DAIŞ'ê terora herî giran îro ji aliyê AKP'ê ve tê kirin. Ya ku di 15'ê Tîrmehê de darbekaran nekarî bikin, AKP îro dike. Ji bo her qadên jiyanê yên AKP û Erdogan êrîşî wan dike bên azadkirin, divê em bi rengekî topyekûn bixebitin. Bi taybetî, hêza ku Qesrê û AKP'ê qels bike, jin e."