Komkujiya Parîsê û êrîşên qirkirinê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin

Ji bo jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Marsîlyayê çalakiya lêgerîna li edaletê hate lidarxisitn. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê jî hatin şermezarkirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya lêgerîna li edaletê hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Komîsyona Rêxistinî ya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan pêk hat û li ber avahiya Walîtiya Marsîlyayê lidar ket.

Beşdarên çalakiyê girtina Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û operasyonên qirkirinê şermezar kirin.

Jinan gotin, heta kiryarên komkujiyê werin dîtin û polîtîkayên qirkirinê biqedin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.