Komkujiya Parîsê li Dusseldorf û Hannoverê hat şermezarkirin

Komkujiya Parîsê li Dusseldorf û Hannoverê hat şermezarkirin

Bi armanca ronîkirina komkujiya li Parîsê û şermezarkirina bêdengiya dewleta Fransayê, li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hannoverê çalakiya  "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" hatin lidarxistin.

Çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" ya her hefte li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo dîtina kiryarên komkujiya Parîsê tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir.

Çalakiya ku her hefte bi pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ve tê lidarxistin, li ber Konsolosa Fransayê ya li Dusseldorfê pêk hat.

Di çalakiyê de Hunermendên Jinên Mesopatamiyayê bi erbanê, dev û bilûrê, ku rastî eleqedariyek mezin hatin, amade bûn.

Dîsa, stranên sê jinên azad ji aliyê hûnermendên jin ve hat vegotin. Ji bajarên Dusseldorf û Kolnê bi dehan kes beşdarî çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we ye?" bûn.

Di çalakiyê de wêneyên "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez" û pankartên komkujiyê şermezar dikin, hatin hilgirtin.

Girseya gel bang li hikûmeta Fransayê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe û nerazîbûn li bêdengiya Fransayê hat nîşandan.

Li ser navê hûnermendên jinên Mesapotamiyayê Hozan Sosin axivî û diyar kir, ku ew Komkûjiya Parîsê şermezar dikin û ji bo ronîkirina komkûjiyê bi hemû hêza xwe dê tevlî çalakiya ’Bêdengiya we ji hevkariya we tê’ bibin. Bi berdewamî wiha got: ‘Di şexsê her sê hevalên jin hewl dan vîn û hêza jina azad bişkînin. Lê bi çalakiyên cur bi cûr û dîsa jî bi asta xwe rêxistinkirina jina Kurd ev komkujî hatiyê vala derxistin. Heta komkujî ronî bibe, emê çalakiyên xwe dewam bikin."

Girseya gel bi sirûda Çerxa şoreşê û çalakiya runiştinê çalakiya xwe bi dawî kirin.

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê jî bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Meclîsa Gel, çalakiya  bêdeng a bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" hat lidarxistin.

Mîna her Çarşemê îro jî li ber nûneriya Fransayê ya li Eîgentorplatzê, bi armanca ronîkirina komkujiya li Parîsê û şermezarkirina bêdengiya dewleta Fransayê, çalakiya bêdeng hat lidarxistin. 

Di çalakiya navbera saet 12:30 û 13:30 de Kurdistaniyan der barê komkujiyê de dosyayek radestî nûnerên Fransayê kirin. Nûneran mîna her carê dîsa ji Kurdistaniyan re gotin, "Emê dosyayê ji navenda xwe ya li Berlînê re ragihînin. Ji bilî vê tiştekî em bikin nîne."

Çalakî piştî radestkirina dosyayê, bi dawî bû.